Rojnameya Ronahî

 AMADEHIYÊN PÊŞWAZÎKIRNA  CEJNA REMEZANÊ LI QAMIŞLO

Reşo Qamişlo/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ji ber buhaya nerxên cil û şekirê cejnê ew zehmetiyan dibînin. Herwiha firoşkaran jî dan zanîn ku rêjeya kirîna hazirtiyên cejnê li beramberî salên borî pir kêm bûye.

Mislmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê  amadekariyên xwe dikin. Yek ji wan hazirtiyên pêşwazîkirina cejna Remezanê jî kirîna çilên nû şîraniyê ye. Lê ji ber daketina nerxên perên Sûrî li hemberî dolar , buhayê çil û şêraniyê zêde bilind bûye, lewra welatî di kirîna çil û şêraniyê de zehmetiyan dibînin. Di heman çarçoveyê de, welatiyên bajarê Qamişlo jî ji bo amadekariyên cejna Remezanê , berî cejnê berê xwe didin bazara bajêr û li gorî derfetên xwec yên madî hazirtiya xwe dikin.

Derbarê hazirtiyên cejna Remazanê, welatî û firoşkarên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û zehmetiyên ku dibînin anîn ziman.

‘Cejina Remezanê, tevî zor zehmetiyan tê pêşwazîkirin’

Jina bi navê Selwa Elî ku ji bajarê Qamişlo ye, diyar kir ku cejin tevî hemû zehmetiyan jî cejin tê pîrozkirin û wiha got: “Bi hatina Cejna Remezanê, em pir kefxweş dibin û vê cejnê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Niha ji pêşwazîkirina cejnê em amadekariyên xwe dikin. Lê ji bo amadekariyên cejnê hin kelem derdikevin û em zehmetiyan dibînin; weke bihabûna nirxên cil, şekir û hemû tiştî û ev yek bandoreke neyînî li rewşa aboriya me dike, li gor derfeta min ya aborî, kirîna cil, şekir û hwd, zehmet bû, lê li gorê derfetên xwe ez amadekariyên cejnê dikim. Herwiha ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên domdar yên ser herêmên me em ne rehet cejnê pêşwazî dikin. Em cejina Remezanê li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û bi hêvîne aramî li tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê  çê bibe.”

‘Kirîna cilan û  weke çandeke bingehîn e di cejinê de’

Di derbarê tevgera welatiyan ji bo kirîna cilên nû,firoşkarê cilan yê bi navê Hesen Hesen ji me re axivî û wiha got: “Welatiyên kantona Qamişlo, weke her sal, bi nêzîkbûna Cejina Remezanê, ji bo kirîna cilên cejnê, dadikevin bazara bajê. Berî çend salan dema ku nirxê cilan heya astekê li gor derfetên tevaya welatiyan bû, welatî bi girseyî dadiketin bazarê û bê astengî cil dikirîn, lê niha ji ber buhabûna cilan, ku sedem jî bazirgan in, welatî nema weke berê cilan dikirin. Herwiha em jî hewl didin ku bi temenekî guncaw cilan bifroşin welatiyan, lê ji ber ku nirxê leyreya Sûrî pir daketiye welatî nikarin cilan bikrin. Em bi hêvî ne ku aliyên pêwendîdar li ser buhayên cilan bisekinin , ji bo ku firoşkar jî buhayê cilan zêde bilind nekin.

‘Îsal rêjeya kirîna şekirê cejnê ji ya salên derbasbûyî kêmtir e’

Di derbarê sedema buhabûna kirîna şekirê Cejna Remezanê de, firoşkarê şekiran yê bi navê Usama Ibrahîm  ji me re axivî û wiha got: “Derfetên welatiyan tune ye ku di dema niha de û bi vê buhabûnê  şekiran bikirin, di salên borî de buhayê şekir daketî bû  û welatiyan şekir bi kîsên mezin dikirîn , lê kirîn di dema niha de, pir kêm e. Ji ber buhayê wê zêde ye, welatî tên yek kîloyê şekir dikirin. Di dawiyê de jî em Cejna Remezanê li tevaya Mislmanên  herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û hemû cîhanê  pîroz dikin û bi hêvî ne ku cejinên  werin, welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi kêf û xweşî û bê astengî pêşwazî bikin.”