Rojnameya Ronahî

XWEDIYÊN SEWALAN BI BIHARA ÎSAL KÊFXWEŞIN

 

Ji ber ku îsal baranek zêde bariye, bi xwere biharek xweş jî anî. Herêma Germiyan bi hatina biharê re şîn bûye û xwediyên sewalan dibêjin; “Barana îsal baş bariye û pêwîst nake em biçin zozanan.”

Du salên borî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber kêm barînê, hişkesalî hebû û hîn jî bandora xwe dewam dike. Lê îsal bi hatina baranek zêde re rûyê xelkê keniya. Sala borî xwediyên sewalan ên li Herêma Germiyanê, ji ber hişkesaliyê berê xwe dabûn zozanan.

Piraniya kesên bi xwedîkirina lawiran re mijûl bûn, sala borî ji Herêma Germiyan berê xwe dabûn zozanên Şarezur û Pênciwênê. Lê îsal ji ber baranek zêde bariye û bihar çêdibe, wê xelk sewalên xwe nebin zozanan.

Welatiyê bi navê Qadir Reşîd xelkê gundê Warniye ya ser bi bajarokê Newcul a Herêma Germiyanê ye. Qadir ê ku bi karê lawirvaniyê ve mijûle dibêje; “Ji ber ku sala borî baran nebariya, giya jî çênebû. Îsal baranek baş bariya û ji bo lawiran gelek baş e. Bi hatina vê baranê re pêwîst nake xwediyên lawiran berê xwe bidin zozanan. Ji ber ku livir giya çêbûye. Nêzî mehek û nîv pêwîst nake em ti alifek bidin sewalan, ji ber ku biharek xweş çêbûye.”

Xelkê herêmê dibêjin, sala borî ji ber ku bihar nebû her kesê lawirên xwe difirot û dibêjin; “Sala borî gelek kesan lawirên xwe firot û bû sedema ku hejmara sewalan kêm bibin. Ji bo vê niha nirxê sewalan gelek giran bûye.”

Welatiyê bi navê Hesen Ehmed jî heman karê lawirvaniyê dike û wiha di axive; “Bihara îsal ji ya salên borî gelek baştire. Du salên borî hişkesalî hebû, ne dexlûdan hebû ne jî alif weke pêwîst hebû. Ji bo vê em neçar dibûn me sewalên xwe dibir zozana û ev jî barê me gelek giran dikir.” ROJNEWS