Rojnameya Ronahî

KOMÎNA ME

Nehîr Pale

Gelo em ê bikarbin rojnameyan li komînê belav bikin an na? Şêniyên komînê wê çawa nêz bibin, her di serê me re diçû û dihat.

Gundê Rewda Xerbî komîna me ye, dikeve bakurê Reqayê û girêdayî navçeya Hezîma ye. Kurd û Ereb ji sala 2002`an ve bi hevre dijîn. 40 malbat ji pêkhateya Kurd; ku koka xwe ji Kobanê ne û 230 malbat ji pêkhateya ereb in. Pêkhateya Kurd fêrî zimanê erebî bûne û pêkhateya Ereb jî fêrî zimanê kurdî bûne.

Tenê yek dibistana komînê heye ew jî zarok heyanî refa siyemîn dikarin bixwîn in û anceq 2 km bimeşin heyanî dibistana xwe berdewam bikin.

Komîteya Perwerdê ya Komîna me û Hevserokê Komînê rojnameyên bi zimanê erebî (El-Sûrî û Ronahî) li pêkhateya Ereb belav kirin û ya kurdî jî (Ronahî) li ser pêkhateya Kurd belav kirin.

Ciwan, jin û mêrên ku nizanin bixwînin rojname ji destê me girtin û me jî moral da wan ku xwe fêrî zimanê xwe yê dayîkê bikin, zarokan jî daxwaza dibistan û mamosteyan ji me kirin.