Rojnameya Ronahî

HERÊMÊN DAKIRKIRÎ NAVENDA SÛCÊN DIJMIROVÎ NE

Hemze Sêvo/Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomînin û tevahiya zagon û pêvanên mafê mirovan jî bin pê dikin. Endamê Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîm Heftaro diyar kir ku bêdengiya rêxistênên navnetewî ya derbarê cûcên ku li Efrînê tên kirin, tê wateya hevkarî û erêkirina van sûcan.

Di 18’ê Adara 2018’an dde, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêma Efrîn kirin. Dagirkeriya Tirk di êrîşan de balafirên leşkerî, balafirên bi çek yên bêmirov, tang , top û taevahiya çekên pêşketî yê ku ji NATO’yê digre, bikar anî. Li gorî Rêxstina Mafê Mirovan A Efrînê di encamê de 550 waltî şehîd bûn û bi hezaran welatî jî birîndar bûn. Herwiha 350 hezar welatî ji Efrînê derketin û li herêma Şehbayê bi cih bûn, 64 dibistan hatin rûxandin û 50 hezar zarok jî ji  xwendinê bê par man.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van 5 salên dagirkeriyê de gelek sûcên dijmirovî li dijî gelê Efrînê yê resen yê ku ji Efînê derneketin kir. Li gorî raporên rêxistinên mirovî, ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta niha, zêdeyî 667 welatiyên Efrînê  li ser destê dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 96 jinin. Herwiha 8 hezar û 695kes jî hatine revandin. Di heman çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destdirêjî li 72 jinên Efrînê kirine û çarenûsa gelek jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ne diyar e.

Pêkanîna guhertina demografîk

Dewleta Tirk û çeteyên wê, piştî dagirkirina Efrînê û derxistan xelkên wê bi darê zorê, zêdeyî 400 hezar erbên ji herêmên Xûta, Humis, Idilb û devêrên din yên Sûriyê li Efrînê bicih kirin. Ji wan jî 500 malbatên Filestîn ne. Herwiha Bi alîkariya rêxistinên Tirkî Qeterî û Kuwêtî, 20 kampên mitîngeriyê li Efrînê hatine avakirin û bi riya Kampên mitîngeriyê guhertina demografî li Efrînê pêk tê. Herwiha çetyeyan dest danîne ser bi 100’an ji malên welatiyên Efrînê û malbatên xwe di wan de bicih kirin.

Xweza, şûnewarên dîrokî û olî jî rastî qirkirinê hatin

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li kêleka qetilkirina mirovan, xwezaya Efrînê jî qir dikin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan A Efrîn, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta Niha zêdeyî 372 hezar û 500 dar ji bo firoştinê hatine qutkirin, herwiha 13 hezar dar û  12 hezar hiktar ji rûbera çandiniyê jî li ser destê dagirkeriyê hatine şewitandin e. Şînewarên Efrînê jî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê par neman, dagirkeriyê 59 cihên dîrokî û 28 cihên olî rûxandin. Herwiha bi hezaran perçeyên dîrokî dizîn û firoştine.

Fikrên DAIŞ’ê li ser gelê Efrîn tê ferizkirin

Emerîkî di li Idlibê hat kuştin, ev yek jî dide xuyakirin û ji tevaya cîhanê re dide zelalkirin ku hebûna dagirkeriya Turkiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, piştgirî ye ji DAIŞ’ê re û ev yek jî metrsiyê ji ewlehya Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û cîhanê re ye. Herwiha li Efrîn fikrên DAIŞ’ê li ser gel tê belavkirin û ferizkirin. Herî dawiyê çeteyan bi darê zorê hiştin ku welatiyên Êzîdî yên gundekî Efrîn ola xwe bugherên û derbasî Islamê bibin.

Derbarê kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê Her, endamê Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîm Heftaro ji rojnameya me re axivî.

Heftaro diyar kir ku dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve tevahiya kiryarên dijmirovî pêk anîn û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve komkujî kirin, malên xelkê wêran kirin, welatî revandin. Dagirkeriyê zarok, jin û kesên temen mezin işkencekirin..Herwiha li dijî jinan destirêjî kirin.  Dagirkerî li dijî çandê û xwezaya herêmê jî qirkirinê dike. Gelek belge hene isbat dike ku çeteyên DAIŞ’ê di nava refên çeteyên li Effrînê de hene. Em weke Kombenda Efrînê bi navê gelê xwe,  binpêkirinên ku di derheqê şêneyên Efrîne detên kirin şermezar dikin.”

‘Rêxistin û saziyên navnetewî hevkarên sûcên dagirkeriyê ne

Heftaro bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navnetwî ya derbarê kiryarên dagirkeriyê yên li Efrîn û wiha domand: “Rêxistin û saziyên navnetewî yên mafê mirovan li hemberî tevahiya kiryarên dijmirovî yên li Efrîn pêk tên, bêdengin. Bêdengiya wan li hember van kiryarên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin tê wateya hevkarî û erêkirina wan ji van sûcan re. Rêxistinên Mafên Mirovan qaşo bi navê demokratiyê û parastina mirovan bang dikin , li hemberî sûcên ku li Efrîn pêk tên çavê xwe digrin. Ji despêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha cûcên dijmirovî ranewstiyan e. Çete rojane kuştin û revandinê dikin.Herî dawiyê di  20’ê Adarê de, çeteyan komkujiyek li Cindêrsê pêk anîn. Eger sazî û rêxistinên navneteweyî bixwazin bi erkê xwe yê exlaqî rabin divê derbasî Efrînê bibin û rewşa gel bişopînin, wê demê wê bibînin ku dagirkeriyê çiqas komkujî ,pêk anîn e. Yek ji kiryarên çeteyan jî,  ferzkirina ola Islamê li ser Êzîdiyên herêma Efrînê ye, di dema dawî de li ber çavê cîhanê tevî ev yek çêbû, lê wekî her car cîhan xwe bêdeng dike.”

‘Tekez wê dagirkerî têk biçe û Efrîn rizgar bibe’

Endamê Kombenda Efrîn ya Civakî ( KEC) Ibrahîm Heftaro da xuyakirin ku ew hewil didin ku sûcên li Efrînê tê kirin ji cîhanê re derxin pêş û axaftina xwe wiha qedand: “Em Kombenda Efrînê li herêma Cizîrê, hertim hewil didin ku cûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji raya giştî ya cîhanê re eşker bikin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku wê berxwedana gelê Efrînê û hêza QSD’ê dagirkeran têk bibin û Efrîn rizgar bikin.”