Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK’Ê QURBANİYÊN QİRKİRİNA ENFALÊ BİBÎR ANÎ

15/04/2023
in NÛÇE
A A
KNK’Ê QURBANİYÊN QİRKİRİNA ENFALÊ BİBÎR ANÎ
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sed hezaran mirovên di komkujiya ku rejîma dîktator Seddam Huseyîn di bin navê “Enfalê” de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.

Di navbera Sibat û Îlona 1988’an de di operasyonên qirkirinê yên bi navê “Enfal”ê de li dijî Kurdan pêk hatin, nêzî 200 hezar kes hatin qetilkirin. Di qirkirina ku di gelek qonaxan de hat kirin de, bombebarana Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî ya di 16’ê Adara 1988’an de cihekî kûr di bîrê mirovahiyê de digire.

Têkîdarê mijarê KNK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin:

“Di dîrokê de gelê Kurd rûbirûyî gelek sûcên navnetewî ên weke jenosîd û qirkirinê hatine. Dagirkerên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd bi hemû cureyan hêza xwe bi kar anîne. Lê dawiya hemû dîktatoran hat û gelê me zindî maye. Di nava 100 salên borî de, li hemû beşên Kurdistanê planên dijî mirovahiyê dijî gelê Kurdistanê pêk hatin. Civaka navnetewî jî di nav vê sedsalê de ji bo çareseriyek guncav ya ji bo pirsa rewa ya Kurd nebû alîkar. Di heman demê de bi saya Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan Peymana Qedexekirina Sûcên Jenosîdê, gelê me rastî enfal û kîmyabaranê hat!

Li Başûrê Kurdistanê 35 sal bi ser komkujiya Enfalê ya bi destê Rejîma Baasê pêk hatî re derbas bûn. Armanca Rejîma Baasê qirkirina hemû xelkê Kurdistanê ya bi hemû pêkhateyên xwe ve bû. Lê plana dagirkeran pûç bû. Piştî 35 salan Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê nekarîne pêşwaziya daxwaza jiyana xizmên qurbaniyên enfalê û herêmê bike. Bi ti awayî tezmînata xizmên qurbaniyan nehatiye dayîn.  Li ser asta navnetewî jî nekarîne jenosîda Kurdistanê bikin dosyayek cîhanî û bi cîhanê bidin nasîn.

Hîn jî gorên enfaliyan nehatine vekirin, xizmên wan li benda hestiyên qurbaniyan in. Divê sûcê Enfalê bikeve bernameyên perwerdehiyê.

Em bang li hemû aliyên berprisyar dikin, ji bo mijara enfalê stratejiyek nîştimanî danin. Xizmên Enfaliyan ji vê xemsariya hikumet û parlamentoyê ne razî ne. Divê hemû berpirsên Iraq û herêmê hêrsa xelkê cidî bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebitin.

Di 35’emîn salvegera enfalê de em bejna xwe li ber hemû qurbaniyan ditewînin û silavê xwe ji malbatên qurbaniyên Enfalê re dişînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.