Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NPG’ê BÎLANÇOYA ŞERÊ SALEKÊ EŞKERE KIR

15/04/2023
in NÛÇE
A A
NPG’ê BÎLANÇOYA ŞERÊ SALEKÊ EŞKERE KIR
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

NPG’ê bîlançoya şer a salekê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, dagirkeran 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîşî Çeperên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê kirin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Nîsana 2023’an eşkere kir.

 

NPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ji bo karibe rejîma şerê taybet di sala 2022’an bigihîne armancê, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî bi kar anî û xwest plana xwe pêk bîne û wiha domand: “Rejîma faşîst ji bo bêdengî li hemberî sûcên wê yên şer bê nîşandan ji Gladiyoya NATO’yê û hêzên xayin noker ên herêmî piştgiriyeke eşkere û veşartî wergirt. Li ser vê bingehê di 14’ê Nîsana 2022’an de bi êrîşên berfireh ên hewayî, di 17’ê Nîsana 2022’an de jî ji bejahî ve, her wiha bi danîna leşkeran ji hewayî ve li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Ev êrîşa dagirkeriyê ku plan ew bû di nava çend hefteyan de encamê bi dest bixe, li ser bingeha konsepta bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teknîka şer a pêşketî û bombardûmana giran hate amadekirin.”

NPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên azadiyê di sala 2022’an de bi ruh û îradeya fedaî ya Apoyî li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke destanî kirin, li dijî êrîşên ku sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer e, çeper û hebûna xwe parastin, pêşî li dagirkeriyê girtin û nehiştin bi ser bikevin û di encama vê yekê de jî artêşa Tirk dawiya sala 2022’an neçar ma ku dest ji hin deveran berde û xwe vekişîne.

 

NPG’ê da zanîn ku rejîma faşîst li ser xwîna mirovan xwest berjewendiyên siyasî bi dest bixe, hewl da mayindebûna desthilatdariya xwe weke mayindebûna Tirkiyeyê nîşan bide û zext li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vî şerî û wiha dewam kir: “Siyaseta şerê qirêj a rejîma faşîst roj bi roj hîn bêhtir teşhîr bû, sûcên wê yên li dijî mirovahiyê hatin belgekirin û eşkere bû ku berpirsyarê wê rewşê ye ku Tirkiye ber bi felaketê ve dehf daye û gihandiye ber hilweşînê. Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re hîn bêhtir şênber bû ku berpirsyar û kiryarên vî şerê taybet Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî, Hûlûsî Akar û Suleyman Soylû ku şefên şerê taybet in, di oxira ranta siyasî de ev şer dane destpêkirin, bi rijandina xwîna gerîla û leşkeran hewl dane desthilatdarî û berjewendiyên xwe misoger bikin, piştî ku bi ser neketin ketin derdê rizgarkirina xwe. Êdî her kes ji vê rejîma faşîst bêzar bûye û piştgiriya jê re jî gelekî kêm bûye.”

 

NPG’ê derbarê bêlançoya şrê salekê yê li Herêmên Parastinê Yên Medyayê wiha got: “Di pêvajoya şerê salekê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 259 hevrêyên me şehîd bûn. 2833 dagirker hatin cezakirin, 387 jî birîndar bûn. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û çekên giran bi deh hezaran carî hatin bombekirin, 4233 caran bi balafiran û 5628 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Çeperên me yên berxwedanê 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst sûcên gelekî giran ên li dijî mirovahiyê kir. Bîlançoya şerê salekê ku 14’ê Nîsana 2022’an destpê kir û tevî biryara tevgera me ya bêçalakîtiyê ya du mehên dawî jî hîn dewam dike.”

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.