Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Rewşa çandiniyê li Herêma Cizîrê ya îsal li gor Hilberîna Riwekî ya Desteya Çandiniya Herêma Cizîrê heya astekê baş e û bi erkê şopandin û alîkariya cotkaran radibe û welatiyê bi navê Hemze Elhiweyrî ku ew jî cotkar e û got;” barîna baranan aramî xist dilê hemû cotkaran.”
Çandinî di jiyanê de ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e, herwiha ji bo welatan jî deriyê wergirtina berhemên ji bo kel û pel, tovê ji bo çandiniyê û xurtkirina milê aboriyê ye. Herwiha ji hemû milê jiyanê û bi giştî, çandinî di rêvebirin û dewamkirina pêdiviyên civak û welatan de xwedî roleke pir girîng e.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî heman tişt e, başbûna rewşa çandiniyê û bidestxistina berhemên çandiniyê ji bo welatiyan û Rêveberiya Xweser xwedî giringiyeke berbiçav e. Herwiha bandorê li rewşa lawirvaniyê dike, ger rewşa çandiniyê ne baş be; bandoreke neyînî li hemû warên jiyanê ya bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Herwiha ji bo zelalkirina rewşa çandiniyê ya Herêma Cizîrê , rêveberê Hilberîna Riwekî ya Herêma Cizîrê Muitez Ehmed û welatiyê bi navê Hemze Elhiweyrî ji me re axivîn.
‘Li gor salên dawî rewşa çandiniyê ya îsal gelekî baş e’
Rêveberê Hilberîna Riwêkî da diyarkirin ku îsal rewşa zeviyên avî û bejî baştir e û wiha got: “Ji destpêka sala çandiniyê me li gor plansaziya salê tovê çandiniyê, semad û mazota terektor û jenetorên bîrên avê bi temamî li cotkaran belav kirin, heya meha sibatê metirsî li ser rewşa çandiniyê hebû, çi zeviyên bej an jî yên avî, lê piştî barîna baran di meha adarê de, rewşa çandiniyê li gor meh û salên borî û heya astekê pir baş bû û tişta ku di vê meha 4`an de tekez dike barîna baranên bi dûv hev ve ye. Herwiha em dikarin bêjin ku rewşa zeviyan heya astekê li gor salên dawiyê bi giştî baş e, lê zeviyên nêzî sînorê bakurê Kurdistanê rastî nexweşiyekê tên, ev nexweşî ji kêza Reqikê tê. Ev kêz bêtir li deverên çiyayî dimînin , dewleta Tirk, bi mebest dermanê ku dihêle ev kêzik ji ber bireve, li zeviyên nêzî çiyayê Bagokê dike û ev kêz neçar ber bi herêmê me ve tê û nexweşiyekê li zeviyên welatiyan dixe û bandoreke neyînî li rêjeya hilberîn û berhemdana zeviyan dike. Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê jî komîteyek ji bo şopandin û dermankirina zeviyan erkdar kir, ev komîte rewşa zeviyan û nexweşiyê dişopîne ,heger metirsî li ser wan hebe, ev komîte bi erkê xwe radibe û zeviyan derman dike, herwiha hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser barê mesrûfa vî dermanî hildigre ser milê xwe û pê radibe.”
‘Komîteya Awarte tedbîran ji bo pirsgirêka şewata zeviyan digire’
Muitez Ehmed di berdewamiya axaftinê xwe de bal kişand li ser amadeyên Komîteya Awarte û wiha domand: ” Weke çareserî ji bo pirsgirêka agir ya ku bandoreke neyînî li zeviyan di dema çinînê de çêdike, Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê komîteyeke Awarte li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê amade kiriye.
Ev komîte gelek agirkujên mezin terixandine, wê ev agirkuj bi şev û roj di xizmetê de bin û herwiha divê agirkujên biçûk ji bo rewşên awarte di deraseyan de jî hebin. Herwiha wê numareyên telefonan yên taybet ji bo van agirkujan hebin û wê ev numare bigihêjin ber destê hemû kesî, ger pêşberî cotkaran rewşên agir derkevin, bi riya van numareyan re ew bi agurkûjan re têkildar bin.”
‘Ji bo mewsima havînî hertim amadeyî hene’
Rêveberê Hilberîna Riwekî ya Herêma Cizîrê Muitez Ehmed di dawiya axaftinê xwe de zanî ku cotkaran dest bi çandina hemû cûreyên şînî yên havînî kirine û ev tişt anî ziman:” Cotkarên ku bîrên wan hene îsal weke her sal , dest bi çandina pembû, bacanên sor û reş, xiyar, zebeş û hwd… kir, di heman demê de jî em gav bi gav rewşê dişopînin, niha jî em mazot ji bo jeneratorên bîran jî belav dikin, herwiha semad û dermanên pêwîst ji cotkaran re pêşkêş dikin. Ji aliyê din ve jî me ji bo amadehiyên mewsima havînî tu biryar ji bo çinîna zeviyan û deraseyan nedane,lê wê di demeke pêş de were diyarkirin.”
‘barîna baranan aramî xist dilê cotkaran’
Di derbarê rewşa çandiniyê de welatiyê bi navê Hemza Elhuweyrî ku yek ji cotkarên gundê Er`ûr yê girêdayî navçeya Rimêlan ya kantona Qamişlo ye, diyar kir ku rewşa zeviyan di dema niha de heya astekê baş e û wiha destnîşan kir:” Destpêka sala çandiniyê payîzxêr neket, lewma bandoreke nebaş li hemû zeviyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Li hember vê yekê rewşa zeviyên avî jî baş bûn, Rêveberiyê hemû pêdiviyên pêwîst yên çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş kirin. Di heman demê de zeviyên bej di xeteriyekê de bûn. Ev yek heya destpêka buharê berdewam kir, baran di destpêka adarê de, li herêma me bariya, lê dereng hat. Hêviya me bi Xwedê hebû, lewma Xweda baran barand û aramî li me vegerand. Di dema niha de heger barîna baranê bidome wê zeviyên bej jî xwe bigihînin. Me her cotkarek bi 10`ê çiwalên genim,ceh,nîsk û hwd… çandine, herwiha ji bo havînê jî rûberên berfireh ji şînahî çandine weke pembû,bacan,pîvaz, bamiya û hwd… çandine û ji bo firotina wê hertim berê xwe didin Rêveberiya Xweser û Rêveberî jî bi bihayekî guncav ji me dikire.”