Rojnameya Ronahî

‘Emê riya têkoşerên Kurd bişopînin’

 Birûc Resûl/Qamîşlo

Malbatek ji bajarê Qamişlo navê Harûnê ku bi xiyanet radestî dewleta Tirk a dagirker hatibû kirin, li zaroka xwe yê ku nû jidayîk bûye kir. Dayîka Harûnê biçûk diyar kir ku ew ê riya Têkoşerên Kurd bişopînin.

Li herêma Zergûza ya navçeya Hezex a Şirnexa Bakurê Kurdistanê gerîlayê HPG`ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji aliyê komeke kontrayan (cerdevan) ve hat dorpêçkirin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Li hemberî xiyaneta ku li Harûn hatiye kirin, gelê kurd li tevahiya Kurdistanê û li derveyî welat jî, bi hêrs bû û bi çalakiyên cûda xiyaneta ku hatiye kirin şermezar kirin.

Li aliyekî din jî, malbatek ji bajarê Qamişlo navê Harûn li pitikêkî ku di roja dîlgirtina Harûn de jidayîk bûye , kir.

Derbarê xiyaneta ku li Harûn bûye û rakirina navê harûn, dayîka Fatima Elelî ku navê Harûn li zarokê xwe kiriye ji me re axivî û wiha got: “Min di çavên zaroka xwe yê ku nû hatiya duniyayê, Harûn dît. Her kesayetek wateyê dide navê xwe, ne nav rûmetê dide mirov. Heval Harûn jî bi têkoşîna xwe û wêrekiya xwe wate da navê xwe. Heval Harûn û hevalên xwe ji bo parastina aramiya gelê xwe berxwedanî dikirin, lê mixabin kurdên xwefiroş wî radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin.”

Fatima derbarê radestkirina Harûn ji dewleta Tirk a dagirkere wiha axivî: “Dîmenê girtina Harûn û radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker e, dema ku li ser medyayên civakî belav bû, dilê hemî dayîkan şewtand, lê belê çawa dayîka wî dikare ev îxaneta ku lê hatiye kirin, tehemul bike. Ji ber ku zarok parçek ji canê dayîka xwe ne, em nikarin dest ji wan berdin û tişta herî zor û xerabtir, ew e ku bi destê birayê xwe yê kurd were xeniqandin, divê ew dest bê jêkirin. Em ê tu carî nehêlin ku dagirkeriya Tirk îradeya kurdan bişkîne. Bi dehan têkoşerên me şehîd bûn û hatin dîlgirtin, lê meşa azadiyê dewam kir.”

Fatima axavtina xwe wiha bi dawî kir û got:”Her dem kurdên xayîn ji dagirkeran re dibin destek, Harûn ne kesê yekeme yê ku bi destê xayinan radestî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye kirin û ew ê nabe dawîn jî. Her wiha kurd tu carî tune nabin, me navê  Mezlûm, Egîd, Bêrîtan û Viyan li dehan zarokên xwe kirin û me riya şopand. Herwiha emê li bi dehan Harûnan jî ji bû azadiya gelê Kurd bidin.”