Rojnameya Ronahî

ZİMANÊ ME NASNAMEYA ME YE

Biradostê Mîtanî

Dema em behsa Zimên dikin . Tê bala me , gelo di layê şêweya zimanê devkî, yanî dema bavikên KURDAN beriya (30 000) sal di KURDISTANÊ û MEZOBOTAMIYA de axivîne ? . yan mebest jê ew e ji dema ku şehristanî û pêre tîp hatine  afirandin bi şêweyê  nivîskî  3500 sal beriya zayinê ye.

Em ê di vî babetê zimanê KURDΠ de,rahêjine mijara tîpên KURDÎ,yanî mijara nivîsandinê,ne ya  axaftina bi lêvkirinê yanî ne yê devkî beriya (30 000) sal ?.

Dîroka zimanê kurdî ji layê afirandina tîpan ve dirêj e.Dikeve kûrahiya dema dîroka  kurdên  GOTΠ de,yên xwedî rola sereke di avakirina şehristaniya Someran de,yên ku dîroknas dibêjin wan tîp afirandine .Ya dema dinivîsandin bi mîxan (Bizmaran) weke  ku ew beşek in ji Someriyan, mîna hemû êl û gelên din,ên di kevana zêrîn a Mezobotamiyayê de.

 

TÎPÊN ZINDÎ YÊN PIRTÛKA REŞ

 

Ew tîpên KURDÎ di destpêkê de hatin nîşankirin bi navê tîpên  zindî  yên tên naskirin bi birayên me yên ÊZDÎ re, yên pê PIRTÛKA REŞ nivîsandibûn û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudawendê mîtra( Roj)hat, jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 728an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên din.

 

TÎPÊN AVİDTSYÎ:

 

Di dema pêxember Zerdeşt (S) de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû, dema pirtûka wî Avista belav bû di Rohilata navîn û Asyayê de, û wilo jê re di cîhanê de digotin zimanê avistayî û tîpên wê hatin bi navkirin bi tîpên AVISTAYÎ yên ku hijmara wan(44 ) tîp bûn. Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Mekdonî,dema Avista di şewitand.

Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de. Mislmantî hate Kurdistanê, ol û zimanê kurdan qelistir bû, ji ber wan ji SIKENDERÊ MEKDONÎ bihtir qirkirin bi serê zimanê KURDÎ de anîn.

 

TÎPÊN PÊLEWANÎ:

 

Di dema Sasaniyên  ku koka wan KURD E de, tîpên Pehlewî{Pêlewanî}  geş bûn di nav kurdan de. Hijmara wan  42 tîp bûn, mîna  zimanên hebûn di cîhanê de, ew jî bûbû yê nivîsandin û Çandê  li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ yê NEBETÎ dibêje: Min (30) pirtûk bi pehlewî dîtin li şamê. Di pirtûka xwe de ya bi navê: bîrîbûna bi evîn bo zanebûna sembolên pênûsê   de dibêje: Pirtûkek  ji wan li ser çandina dara xurmeyê bû û ya din li ser avdaniya çandiniyê bû. Lê mixabin di dema Emewyan de li ser destê “Ebdil Melikê Mirwanî” Erebkirin bi dijwarî peya bû û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû. Ku nûnerê Emewiyan bû û li Iraqê wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî.

Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL ” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê yanî  zimanê çekdarên mêrxasên kevnar û ew romana HEZAR ŞEV Û ŞEVEK  û wilo KELÎLA Û DIMNA cara yekemîn bi wî hatine nivîsandin.  (Ev agahî di pirtûka Erebî ,refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye, yên rêbazên hikûmeta Sûrî de bû). Piştre tîpên KURDÎ bûn ên bi navê MASÎ SORATÎ .

 

TÎPÊN MASÎ SORATÎ

 

Bi hatina misilmaniyê  û arîkariya  tîpên pehlewî û  Masî soratî di nav zimanê Erebên NÎV GIRAVA EREBÎ de,  QUR’ANA PÎROZ  hate nivîsandin  û beşek ji kurdên me bi wan tîpan nivîsandin  li BAŞÛR  û ROJHLATÊ  KURDISTANÊ bi navê tîpên SORANÎ . Lê ji ber ku beşê herî mezin ji gelê kurd di BAKURÊ KURDISTANÊ de ye û ew nêzîkî çanda latînî ye, ew  bi tîpên LATÎNÎ dinivîsîne , yên ku mîr CELADET BEDIRXAN bi arîkariya rohlatnasê FERENSÎ ROCÊR LISKO afirandine  ji (31) tîpî û cara yekemîn 15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat nivîsandin. Lewra ew roj biwe CEJNA  ZIMANÊ KURDÎ.

 

GİRNGİYA TÎPÊN PÊLEWANÎ:

 

Dîroka tîpên Kurdî yên resen ê ku îro em ji wan re  dibêjin Soranî bihtirî (5000) sal e bi taybet ji dema tîpên me yê Pêlewanî ve yên dîroka wan bihtir zelal dibe û dirûne wek bingih ji tîpên Soranî (Kurdî),Farisî û Erebî re ji bihtir (2000) sal e. Wan miletan ew tîp birin û pê nivîsandin, lê mixabin me gelê Kurd bi gelmperî ser guhên xwe re avêt û me tîpên seydayê Celadet yên beriya (90) salekî kirin bingeh. Me xwe ji rayên xwe û ji gencîna çanda xwe ya kevnar qut kir, lewra me zirarek mezin gihande kesayeta xwe ya netewî.

Ji aliyê axaftinê ve Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Ewrupî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene.

 

Zaravên sereke ev in :

 

1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava ye) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî)  3- kurmancikî yanî Dimilkî yanî Zazakî  4- Hewramî 5- Kelhorî  6- Lorî. Hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e.

Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd li kurdistanê bi vî zimanî daxivin. Lê ew hijmar mestir dibe di cîhanê de. Ji sedemên nejadperestî û stemkariyê, ew zimanê ku xwedê çêkiriye û Rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 28ê ye di nav  zimanê cîhanê de û bi zengîniya peyvan ê siyem e di cihanê de. Ew zimanê giring û xwert kete bin siha metirsiyê de, ku were asmîlasyonkirin,yanî helandin. Lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.

Di dawî de zimanê me, nasnameya me ye û dive em di zimanê xwe de bijîn û wî biparêzin. Ji ber ku em  weke NETWA KURD pê tên parastin. Lewra ji me tê xwestin ku em bi erkê xwe rabin ji aliyê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî, di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de. Ji ber ew dibistana yekem e û wilo em guh bidin  perwerda Fermî di dibistanan de jî, ji  bona ku ew hêvî û xewnên salên  bûrî bi cih werin û va bi cih tên, ji ber zimanê me pêş dikeve wek xwendin û rêzmanî, mîna zimanên hemû miletan. Lewre divê em bi dilsozî xwe jê re biwestînin. Çimkî va roja azadiya gelê me hat û giya di bin keviran de namîne û nema, ji ber ku perwerdeya me li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji R(1) yê seretayî ta zanîngihê bi zimanê Kurdî pêşket. Em bi hêvî ne ku li parçên din jî ew serkeftin pêk were û bi saya tekoşerên me wê li wir jî, ew serkeftin pêk werin .