Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“ BİIA IRAQ DEST HİLÎNE! ”

11/04/2023
in NÛÇE
A A
“ BİIA IRAQ DEST HİLÎNE! ”
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, hem xelkê Başûrê Kurdistanê û iraqê û hem jî gelek siyasetmedarên Kurd û Iraqê ji hikûmetê dixwazin gavên pêşwîst biavêje. 

Piştî êrişa 7´ê Nîsana bihurî ya li nêzî balefirgeha Silêmaniyê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandn hatin lidarxistin. Xwepêşandanan doh jî dewam kir. Li Wargeha penaberan a li Mexmûrê welatiyan êrişa dewleta Tirk rûreş kir. Wekî din şandeyeke Bexdayê çû Silêmaniyê ji bo hevdîtin û lêkolînan. Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa, Arif Hemam jî ji Iraqê xwest giliyê dewleta Tirk bike. Lê pirsa sereke ya piştî vê êrişa li dijî balefirgeheke seferên sivîl, ew e, ka gelo dewleta iraqê wê di warê qanûnî de dest hilîne yan na.

Xwendekarên dibistanan û xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta dagirker a Tirk ve li ser balefirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, bi tundî şermezar kir. Xwepêşandanan bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Xwendekar û şêniyên wargehê beriya daxuyaniyê bidin, rêz girtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê. Endamê rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamoste Mistefa Ergen daxuyanî da.

Mamoste Mistefa Ergen destpêkê êrişa 7’ê Nîsanê ya li dijî balefirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û got, “Dema em temaşe dikin li kîjan welat, bajar û parçe dibe bila bibe, her tim pêşengên Kurd, kesayetên ku ji bo standina mafên mirovahiyê hemûyî ked dane, berdêl dane û canê xwe bexşandine, bûne hedefa êrişan. Dîsa pêşengên Gelê Kurd yên li Rojava ku li gel berpirsên YNK’ê dema ji bo karekî kom bûbûn li wir êrişek li dijî wan pêk hat. Rejîma faşîst AKP û MHP´ê, her wiha xiyanetkarên Kurd yên di nava Kurdan de armanceke wan ew e ku kesayetên dengê Kurdayetiyê bilind dikin, kesayetên ku li rûmeta mirovatiyê xwedî derdikevin, bikin armanc. Em jî weke hemû xwendekar, mamoste û tevahiya xelkê wargehê bang li raya giştî dikin da ku li erkên xwe yên mirovbûnê xwedî derkevin.”

Heyet wê raporê bide parlamenê

Li aliyê din şandeke parlamena Iraqê li Silêmaniyê serdana cihê êrişa li dijî balafirxaneya Silêmaniyê kir. Şandeya parlamena Iraqê bi serokatiya serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamenê Ebas Sebrî çû Silêmaniyê. Parlamenterên Iraqê Karwan Yarweys û Kemal Axa ên ser bi fraksiyona YNK’ê ve şandeya parlamenê pêşwazî kir. Şande çû serdana balafirxaneya Silêmaniyê û li cihê êrişê lêkolîn kirin. Li gorî agahiyan şande piştî lêkolînên xwe wê derbarê êrişê de raporekê amade bike û pêşkêşî parlamena Iraqê bike.

Divê Iraq giliyê Tirkiyê bike

Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa, Arif Hemamî jî got, Tirkiye gelekî ketiye nava xaka Iraqê û herî dawî jî êrişî balafirxaneya Silêmaniyê kiriye. Arif bang li Hikumeta Iraqê kir da ku li ser asta navneteweyî, giliyê Tirkiyeyê bike. Arif Hemamî ji Rojnewsê re axivî û got, dewleta Tirk gelek ketiye nav xaka Iraqê û hertim êrişên asmanî dike.

Arif êrişa dawî ya dewleta Tirk a li dijî balafirxaneya Silêmaniyê bi bîr xist û xwest ku Hikûmeta Iraqê dijî van êrişan gavan bavêje.

Arif di dawiyê de bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku li dijî êrişên Tirkiyeyê li meqam û dadgehên navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bike.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.