Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Dayika Uweyş berhemekî bêhempa diyarî gelê Kurd kir

11/04/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Dayika Uweyş berhemekî bêhempa diyarî gelê Kurd kir
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Kongra Star diyar kir ku Dayika Uweyş berhemekî bêhempa diyarî gelê Kurd kir û got, perwerde û têkoşîna dayika Uweyş hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin.

Navenda Nûçeyan

Meclisa Kongra Star bi wesîleya salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uweyş daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star  di daxuyaniya xwe de wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo dayika xwe dibêje, “Ew tam tufaneke serihildêriyê bû û dizanim ku dayika min têkoşerek mezin e. Di temenê biçûk de têkoşîn fêrî min kir. Hîn jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersiv bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihîştin û tolhildanê. Li gund bi serhildêriya xwe dihat nasîn. Li hember kesî serî neditewand. Jin, mêr ferq nedikir, bi ser de diçû, hesab dipirsî.Ji xwe ji ber bandora dayika xwe ez wiha nêzî têkoşîna jinan bûm.” Fatma Ocalan jî dibêje, “Diya min li ber neheqiyê serî neditewand, mêvanperwerbû û gelekê dihat hezkirin.”

Kongra Star da xuyakirin ku Dayîka Uweyş dibistana destpêkê bû û wih got: “Belê Dayika Netewî Dayika Uweyş berhemekî bêhempa diyariya gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna dayika Uweyş hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin. Rêya azadiyê nîşanî jinan kir. Dayika Uweyş dibistana destpêkê bû ku Rêberekî wekî Rêber Apo ji bo cîhanê bûyî roj û ronahiyê belav dike û azadiya jin asas digire. Li ser esasê vê fikir û ramanên Rêberê Rêberan Rêber Apo, îro bi hezaran jin li serê çiyên Kurdistanê, li warê xwedewandan, ji bo nûjenkirina eşqa Mem û Zîn, Edûlê û Derwêşê Evdî, Xecê û Siyabend têdikoşin. Di encama vê felsefeye de îro li cîhanê bi milyonan mirov li ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin. Ev hemû bingeha xwe ji perwerdeya rast, kesayeta serhildêr a dayika Uveyş digire”

Meclisa Kongra Star daxuyaniya xwe wiha qedand: “Bi vê boneye em bejna xwe li ber bîranîna Dayika Uweyş, Dayika Netewî ditewînin, hemû dayikên şehîdan û jinên têkoşer, di salvegera wefata Dayika Netewî Dayika Uweyş de bi bîr tînîn û dibêjin bila ruhê wê şad be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.