Rojnameya Ronahî

‘EM Ê BI HEMÛ RÊBAZÊN NÎŞTIMANÎ Û DEMORKATÎK TÊ BIKOŞINʹ

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker bê navber li ser qadên berxwedanê, başurê kurdistanê, wargeha Ş. Rustem, şengalê û rojavayê kurdistanê bê navber didomin. Herweha li bakurdê kurdistanê jî binçavkirin, girtin û pişaftin bê navber tê meşandin. Êrîşa herî dawî ku li ser balefirgeha bajarê Silêmaniyê jî hatî kirin jî mirov dikare mîna dewama van êrîşên ku bê navber li ser gelê kurd û îradeya wî ya azadiyê bigre dest. Di serî de jî mîna ku em dizanin navenda van êrîşan girtîgeha îmraliyê ye û tecrîda giran a ku li ser rêber apo tê meşandin e.

Ji ber ku dewleta tirk a dagirker û qirker hebûna xwe li ser qirkirina gelê kurd dide maşandin û ji bona pêkanîna vê yekê tu sînoran ji bona xwe nasnake.

 

 

‘ÊRÎŞA Lİ SER PALEFİRGEHA SİLÊMANİYÊ PLANEKE ÎSTİXBARATÎ Û SÎXURÎ YA BİYANÎ Û NAVXWEYÎ YE’

 

YNKʹê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got “Ev êriş planeke îstixbaratî û sîxurî ya biyanî û navxweyî ye ku ji berê ve hatiye plankirin û wek ketina artêşa dagirker a li nava xaka Herêma Kurdistanê ye.”

Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) der barê êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyanî da.

“Êrîşa li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê planeke pêşwext e ji bo îstixbarat û sîxuriya derve û navxweyî ku wek anîna artêşa dagirker bo Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin, em li bendê bûn ku rayedarên peywendîdar li şûna ku vî sûcî rewa bikin, tedbîran bigirin, lêkolîn bikin û şermezar bikin.

Lê wek karên xwe yên berê, ew hindikahiyeke xwebexş di nava PDK’ê de ne ku peywendî jêr bi jêr û taybet hene, dibin şopandker û saziyên hikumetê ji bo karên îstixbaratî yên dewletan bi kar tînin û asayîşa Herêma Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê têk didin.

Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê her tim baweriya xwe bi yekrêziya gelê Kurd û aliyên siyasî hebûye. Her wek armanc bû li ser asta beşên din ên Kurdistanê, hevkarî û hemahengî û peywendiyên dostane hebin, li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî, hevkarî û  hemahengî her wek destdirêjî û êrişkirina li ser her navçe û parêzgeheke herêmê bi sûc tê zanîn û tê şermezarkirin. Ji ber ku di çarçoveya nêrîna xwe ya nîştimanî de, tevahiya Herêma Kurdistanê pîroz dibîne û ji bo vê yekê jî bê westan têkoşîn kiriye û xwîn rijandiye. Şerm e bo dijminên Kurdan û hevalên wan.”

 

 ‘XİRABKİRİNA ARAMİYA HERÊM Û SİLÊMANİYÊ XETA SOR E’

 

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî der barê êrişa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Em êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê û hewldana sterîl ên xizmetkarên biyaniyan ku armanc têkbirina ewlehiya sînorê Silêmaniyê ye, bi tundî şermezar dikin.”

Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) Bafil Talebanî der barê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”

Serokê YNK’ê her wiha diyar kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.

 

‘ÊRÎŞÊN SER PALAFİRGEHA SİLÊMANİYÊ XETERİYA Lİ SER HEREMÊ TEVAHÎ YE’

 

Fermandarê giştî yê QSDʹê êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got ew ê hevkariya xwe ya li gel hevkarên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa hewayî ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got: “Em êrişa ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin û bandorên wê yên xeternak li ser herêmê hene.”

Ebdî anî ziman ku helwesta Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya “piştevaniya bi birayên xwe yên li Sûriyeyê” dewleta Tirk aciz dike û got: “Em têkiliyên xwe yên destpêkê yên bi bira û hevkarên xwe yên li Silêmaniyê re dewam bikin. Em di eniyekê de li dijî van binpêkirinan in.”

 

‘ÊRÎŞA Lİ SER BALAFİRGEHA SİLÊMANİYÊ, ÊRÎŞA Lİ SER ÎRADEYA GELÊ HERÊMÊ YE’

 

 

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê ji Zaxo, Dihok, Hewlêr, Mexmûrê ne cuda ye.

PYDʹê got: Êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê mîna êrişekê li dijî îradeya gelê herêmê ye, her wiha wek ragihandina şer li dijî gelê Kurdistanê û doza wê ya adilane û li dijî destkeftiyên Kurdan û tevahî hêzên demokratîk ên herêmê nîşan da.

ʹEM Ê BI HEMÛ RÊBAZÊN NÎŞTIMANÎ Û DEMORKATÎK TÊBIKOŞINʹ

PYDʹê di berdewama daxuyaniyê de got: “Em çi êrişên li ser destkeftiyên gelê me yên ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestixstin red dikin û şermezar dikin. Ji bo têkbirina van êrişan em ê bi hemû rêbazên nîştimanî û demokratîk têbikoşin.”

Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: “Divê helwesta yekbûyî ya Kurdan û hêzên wê yên neteweyî ji wiha zêdekir neyên paşxistin. Desthilata destpot a navendî û hêzên tarî, gefxwarin û êrişan li dijî tevahî Kurdan û tevahî hêzên ku nûnertiya jiyana hevbeş a tevahî gelên herêmê û yekitiya çarenûsî dikin, pêk tînin.”

Meclisa Giştî ya PYDʹê piştgiriya xwe bi helwesta YNKʹê re anî ziman û got: “Di vê pêvajoya hestiyar a dîrokî de tê xwestin ku hêzên neteweyî yên kurdî û demokrat nakokiyên xwe deynin aliyekî û helwesta xwe bikin yek.”

 

 

‘TU SEDEMEKE QANÛNÎ Jİ ÊRÎŞÊN TİRKİYEYÊ Lİ SER XAKA IRAQÊ TUNE YE’

 

Serokkomariya Iraqê êrîşa dewleta Tirk a li djî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku lêborîneke fermî bixwaze.

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê WAÎ’yê, di daxuyaniya Serokkomariya Iraqê de hat gotin: “Karên leşkerî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û herî dawî hedefgirtina Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, dubare dibin. Em van zêdegaviyên li djiî Iraqê û serweriya Iraqê şermezar dikin. Em destnîşan dikin ku tu sedemeke qanûnî ku bihêle hêzên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna hêzên dijberî wî li axa Iraqê tirsandina sivîlên ewle bidomîne, tune ye.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li hikumeta Tirk hat kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabe, ji ber van kiryaran lêborîneke fermî pêşkêş bike û pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya diyaloga bi aliyên têkildar re çareser bike û ev hişyarî hat kirin: “Heke zêdegaviyên wiha dubare bibin, dê helwesteke tund bê girtin da ku di siberojê de dubare nebin.”