Rojnameya Ronahî

’Şoreşa 19`ê Tîrmehê şano li Rojava vejand’

Hemze Sêvo/Qamşlo

Mamosteyê metiriyala şano li zanîngehga Rojava Beşîrê Mele Newaf diyar kir ku piştî şoreşa Rojava perdeya tarî li ser şanoya kurdî li Rojava hat qetand û hunerea şanoyê hat vejandin. 

Şano hunereke mirovî ye û hêja ye ku were danasîn, şano di wateya xwe ya giştî de hunereke ku mirov an kesên şanoger bi riya wê raman,pirsgirêk û mijarên wêjeyî,zanistî, felsefî û hwd. Derxe holê û ji civakê bide xuyakirin.

Ev huner  ji serdema Xwedawendê yûnanî Ziyos bi awayê dîlanê û rêûresmên olî derketiye û piştî wê êdî bû hunereke serbixwe bi şêweyê  şanogeriya kilasîk ku bi awayekî helbestî dihat nivîsandin. Li gorî agahiyên dîrokî  şanoya nivîskî ya yekê ji aliyê şanonivîsê yûnanî  Asxîlos e hatiye nivisîn.  Asxilos di 524`ê berî zayînê jidayîk bûye û  yekem deqên şanoyî ji aliyê wî ve hatiye nivîsîne. Hijmara deqên şanoyê ku wî nivîsandiye  90 deqin. Lê niha tenê 7 berhemên wî mane. Hêjayî gotinê ye ku berhema wî ya yekê  û dibe weke deqa şanoyê ya destpêkê Piromîsiyosê Zincîrkirî bû.

Roja Şano ya Cîhanî  jî, yekem car  di 27`ê Adara 1962`an de, ji aliyê Desteya Şano ya Cîhanî ve hatiye destnîşankirin û di vê rojê de, komeşanoya bi navê Şanoya Netewî hate pêşkêşkirin. Herwiha ji wê rojê û bi şûn de her 27` adarê cîhan bi giştî ji bo Roja Şano ya Cîhanî şanoyan pêşkêş dike û  şahiyan li dar dixe.

Li cem gelê kurd jî,  ji ber qirkirina çandî ya ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve li ser gelê kurd hatiye meşandin, gelê kurd derfeta pêşxistina şanoyê nedîtiye û di şanoyê de heta astekê kêm maye.

Li Bakurê Kurdistanê  tevî zor û zehmetiyan li ser vê hunerê hatiye rawestandin û hêjayî gotinê ye ku deqa şanoyî ya yekê bi navê Memê Alan bû û  ji aliyê Ebdurehîmê Hekarî ve, di sala 1919’an de hat nivîsandin.

Li Rojavayê  Kurdistanê jî rêjîma Baas bi tu carî nedihişt  ku kurd di warê wêje, huner û zimanê xwe de kar bikin. Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û piştî salên 80’î,  xebata siyasî, çandî  û wêjeyî li Kurdistanê  ji nû ve vejîn bû. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê bi saya Tevgera Azadiyê hin  komên çandî û hunerî hatin çêkirin, van koman jî  di rojên Newrozan de şano pêşkêş dikirin.

Lê piştî  Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji kurdan û gelên herêmê re vejîneke  çandî, hunerî, wêjeyî û zanistî bi xwe re anî, êdî pê re bingeha hunera şano jî li Rojava çêbû û tevî êrîş û derfetên kêm jî, şano bi awayekî berbiçav pêş ket, bi 10’an komên şanoyê û şanoger derketin holî û Mîhrecanên şanoyê salane tên lidarxistin.

 ‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê hunera şano  li Rojava vejand’

Derbarê rewşa şanoyê li  bakur û rojhilatê Sûriyê Mamosteyê metiriyala şanoyê li zanîngeha Rojava û endamê Komîteya Nirxandinê ya Mehrecana Şehîd Yekta Herekol Beşîrê Mele Newaf ji me re axivî.

Beşîr diyar kir ku bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê , huynera şanoyê li Rojava bi pêşket û wiha berdewam kir: “Berî destpêkirina  Şoreşa Rojava,  şano bi riya komên hunerî di Cejnên Newrozan de li Rojava Kurdistanê dihatin pêşkêşkirin, lê ji ber ku hemû regezên şanoyî di nav xwe de nedihewandin em nikarin navê şano li wan bikin. Herwisa piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê hunera şanoyê li Rojava cihê xwe girt û pêşket, yek ji van pêşveçûna hunerî di ware şanoyê de, lidarxistina Mîhrecana  Şehîd Yekta Herekol  ya Şoyê ye, ev mîhrecan  yekem car di sala 2014`an de hat li dar xistin û heya niha ji bo pêşxistina şanoya Kurdî gavên mezin diavêje. ”

‘Tevî astengiyan jî, Şanogerî  berhemê  binirx pêşkêş dike’

Beşîr Mele Newaf  bal kişand ser asta şanogerî û astengiyên wê li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Hunera şano li Rojava hêdî hêdî  pabendî rêkûpêkiya huner şano ya navnetewî dibe. Mîhrecnana  Şhîd Yekta Herekol ya ku  6`emîn car  li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin, ji bo şanogeran derfetên pêşketinê diafirîne. Hêjayî gotinê ye ku hemû komên şanoyên yên Rojava û komek ji Rojhilatê Kurdistanê piştî nirxandin û taqîkirinê ji aliyê Komîteya Nirxandinê ya mîhrecanê hatin xelatkirin û ev yek bi xwe teşwîqê li cem şanogeran çêdike.

Mamosteyê metiriyala şanoyê li zanîngeha Rojava û endamê Komîteya Nirxandinê ya Mehrecana Şehîd Yekta Herekol Beşîrê Mele Newaf  wiha axaftina xwe qedand: “Em weke parêzerên vê hunerê rastî gelek astengiyan tên yek ji wan jî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ser herêmên me ye, ev yek bandore li rewşa derûnî dike û şanogerên me ji karên xwe dûr dikevin. Herwiha dighêje asta ku penabr jî bibin.  Rêveberiya Xweser bi Komên şano yên Rojava re alîkar e. Ji bo pêşkêşkirina baştrîn şanoyan li ser asta Rojava pêwîste alîkariyên madî û teknîkî ji komên şanoyan re bên  pêşkêş kirin.”