Rojnameya Ronahî

’Rojbûna Rêber Apo Rojbûna mirovahiyê ye’                                           

Birûc Resûl/Qamişlo

Hunermendên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku 4`ê Nîsanê ji bo gelên azadîxwaz bû çiroska azadiya gelên Rojhilata Navîn û gotin,  Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahiyê ye.

Di Nîsana sala 1949’an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêber Apo bû. Rojbûna Rêber Apo, di rastiya gelekî li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Rêber Apo, di temenê zarokatî de jiyan xiste ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwe gîhandina xeyala jiyana azad berneda. Rêber Apo, ji bo jina Kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Rêber Apo re, li Kurdistanê, bedena ruh ji dest dayî ruh pê hat, hîşa ku ji hebûn, cewher û evîna xwe ya jiyanê biyanî bûbû jinûve jîndar bû.

Hunermendên bakur û rojhilatê Sûriyê rojbûna Rêber Apo li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz kirin, herwiha diyar kirin ku bi felsefeya Rêber, çanda gelên resen hat vejandin.

’4`ê Nîsanê, roja azadiya gelan e’

Şanoger Hanî Elhnî ku ji bajarê Reqa ye diiyar kir ku 4`ê Nîsanê roja azadiya gelan e û wiha got: “Rojbûne Rêber Apo, roja jidaîkbûna azadiyê ye, roja hebûne gelane.  Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê dike, ji bo tevahiya gelan têdikoşe. Felsefeya Rêber Apo riya çareseriya tevahiya pirsgirêkên Rojhilata navîne. Herwiha 4`ê Nîsanê ji bo me roja demokirasî û bingeha wekheviya gelan.”

’Bi rojbûna Rêber Apo  riya azadiya gelan ronî bû’

Hunermend Baran Dil Bûhar  di derbarê rojbûna Rêber Apo de wiha got: “Jidayîkbûna Rêber Apo di roja 4`ê Nîsanê de ye, kurd vê rojê wekî roja xwe dibînin, weke roja zanîn û ji dayik bûna xwe dibînin, Rêber Apo ji bo me jidayîkbûna  gele û têkoşîna wî ji bo hebûn û azadiyê gele. Beriya ku Rêber Apo derbikeve, kurd di nava gelên derdorê de dihatin jibîrkirin û winda kirin, bi mirinê re rû bi rû mabûn, ji ber ku hemû serhildanên kurda hatibûn şikandin têk çêbûn,kurd bê ziman, çand û nasnama bûn, ku hedî hêdî tuna dibûn. Lê bi derketina Rêber Apo bû vejînek û coşek nû, herwiha ku kurd di şevek tarî seqem girtî de bûn, ku di rojbûna Rêber Apo 4`ê Nîsanê de, ronahî li ser kurdan derket, wekî ku kurd bê can û rih mabûn. Rêber Apo dibe rih û xwe derbasî gewdeyê gelê kurd dike.”

Baran Dil Bûhar  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo gelê kurd pir bilind bi rêxistin û perwerde kir, gelê kurd zane kir, azadî derbasî dil û mêjiyê wan kir. Bi felsefeya Rêber Apo ne tenê kurd, tevahiya gelên azadîxwaz riya azadiyê dîtin. Rêber Apo hişt ku em bi fikir û ramanê xwe azad bibin, ku bû hêzek ji bo hemî kurdan li ber dewletên dagerkir daxwaza mafê xwe û nasnemeya xwe bikin. Eger Rêber Apo fîzîkî azad nebe tu carî Kurd û Kurdistan azad nabin.”