Rojnameya Ronahî

Feqîr Ehmed çawa Ocalan nas kir

Feqîr Ehmed: Abdullah Ocalan ji me hemûyan bêhtir wî Kurdistan diparast. Wî behsa teoriya serxwebûn û têkoşîna çekdarî kir ji me re. Me siyaseta wî qebûl kir û em bûn hevrê.

FIRAZ BARAN

Feqîr Ehmed sala 1942’an li gundê Mizeynterê yê ser bi Pirsûsê hatibû dinê. Ev gund hema li ser sînor e û tenê kîlometreyekê dûrî Kobanê ye. Jixwe, dayika Feqîr Ehmed ji Kobanê bû. Xalê wî Elî Huseynî Midrisî şair û çîrokbêj bû. Bavê wî jî jê re çîrok û serpêhatiyên dirêj digotin.

Feqîr Ehmed jî bi van tesîran ji ciwaniya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kir. Helbesta wî ya pêşî jî sala 1963´an hat weşandin. Ew sala 1965´an weke karker koçî Elmanyayê bû. Ew li vir bû elektrîsyen û 6 salan di Riyên Hesinî yên Elman (DB) de xebitî. Hingê wî destek da hereketa Dr. Şivan. Wî temamê jiyana xwe destek da Tevgera Azadiya Kurdistanê. Wî ji bo Kurdistanê gelek helbest nivîsandin.

Prof. Yasa ew û Ocalan anîn cem hev

Prof. Îbrahim Yasa li Enqerê, Fakulteya Zanistên Civakî (SBF) damezrandibû û navdar bû. Prof. Yasa sala 1972’yan diçe Elmanyayê û sê hefteyan dibe mêvanê Feqîr Ehmed. Piştre ku Feqîr Ehmed sala 1976´an diçe Enqerê, dibe mêvanê wî. Hingê Abdullah Ocalan û Cemîl Bayik diçin mala Prof. Yasa û li wir Feqîr Ehmed wan nas dike. Axir, Feqîr Ehmed hefteyekê li cem Ocalan dimîne. Di hevpeyvînekê de ku Kakşar Oremar bi Feqîr Ehmed re kir û di Stêrk TV de hat weşandin, Feqîr Ehmed dibêje, “Abdullah Ocalan pirr teorîk bû. Ji me hemûyan bêhtir wî Kurdistan diparast. Wî behsa teoriya serxwebûn û têkoşîna çekdarî kir ji me re. Me siyaseta wî qebûl kir û em bûn hevrê. Tiştên wî behsa wan kir, weke guleke xweşkok di dilê min de cih girtin. Paşê em çûn Pirsûsê, qederê mehekê em li wir man. Wî di nava mehekê de milet birêxistin kir, Pirsûs guherî.”

CİWANİYA FEQÎR EHMED

Piştî naskirina Ocalan, Feqîr Ehmed bû Apocî û weke alîgirekî tevgera PKK´ê jiya. Wî deriyê mala xwe ya li Kolnê piştî hingê ji tevahiya evîndarên doza Kurdistanê re vekir. Mala wî bûbû mîna Mala Kurdan. Wî Aram Dîkran, Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Medenî Ferho, Seyîdxan, Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer û gelek kesên din li mala xwe kirine mêvan. Aram Dîkran helbestên wî “Riya Kobanê”, “Çûm Siya Darê” û “Ey Welato” kirin stranên navdar.

BERHEMÊN WÎ

Feqîr Ehmed 3 dîwanên xwe weşandin: Dîwana Reş I-II-III. Dîwana wî ya pêşî sala 1990´î hat weşandin. Dîwana Reş II di sala 1994´an, Dîwana Reş III jî sala 1998´an hatin weşandin. Ji bo navê dîwanên xwe jî wî got, “Em her di nava şînê de ne. Ji ber wê min ev nav lê kir. Lê di helbestên min de Kurdekî teslîm bibe nîne. Di helbestên min de berxwedan, têkoşîn, berdêlên giran, şehîd û nexasim jî serkeftinên PKK, asta têkoşîna jinên Kurdistanê heye.”

Feqîr Ehmed çîrok jî nivîsandine yên weke Qehremanî Qedar (li ser Împeretoriya Med), Derweşê Evdî, Azapê Kose, Siloyê Zindê, Şêxmehrem, Berkelê Egîd, Keyê Sor, Borşad, Diz hin ji van in.

Feqîr Ehmed bi navê Doza Welat û Şerê Kurdistan, du roman jî nivîsandine, lê ev roman hîna nehatine weşandin.

SERHATİYA NEXŞEYA KURDİSTANÊ

Feqîr Ehmed, gava ku diçû Parîsê, her carê diçû serdana Kamiran Alî Bedirxan jî. Carekê wî nexşeya Kurdistanê ya ku Cemiyeta Miletan hazir kirî, dît. Bi tika û ricayê ew nexşe bire Elmanyayê û ji berê 5 hezar nusxe dan çêkirin. Wî ev nexşe bi karkerên çûn izna salê re şand Kurdistanê. Wî ji min re beriya wefat bike wiha behsa vê meseleya vê nexşeyê kiribû: “Nexşe gihiştin Bakur, Rojava û Başûr. Xelkê dida dest hev. Xelk bi wê nexşeyê gelekî şa bûbû.”

Feqîr Ehmed di 81 saliya xwe de li bajarê Elmanyayê Kolnê 30´ê Adara 2023´yan wefat kir. Cenazeyê wî li gundê lê ji dayik bûbû, hat veşartin.