Rojnameya Ronahî

Bi boneya Rojbûna Rêber Apo Bexçeyê 4’ê Nîsanê li Qamişlo hat vekirin

Hemze Sêvo/Qamişlo

Di çarçoveya pîrozbahiyên Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Bexçeyê 4’ê Nîsanê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat vekirin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Apo, Saziya Malbatên Şehîdan û bi alîkariya Hevgirtina Hesarê, Bexçeyê 4’ê Nîsanê li taxa Hilêliyê vekir.

Ev baxçe pirtûxane,kafîtîriya û muzîxaneyekê  di nav xwe de, dihewîne hêjayî axaftinê ye ku tev bi navê Rêber Apo ne. Herwiha bi sedên  gul û dar tê de hatine çandin, dar bi du cureyên xwe di vî baxçeyî de hene yek jê yên normal in ango bêberhem weke darên Serû ku hejmara wan 70 dar e, yên din jî darên fêkî û bi berhem in weke darên Xurman, hejmara  wan 4 dar in û yên Sinoberê jî hene û hejmara wan 70 dar e.

Di derbarê Rojbûna  Rêber Apo û vekirina Baxçê 4`ê Nîsanê de dayika Şehîdan ya bi navê Rebîa Qewas ji me re axivî.

‘Rojbûna Rêber Apo vejîn e ji bo jinê û gelê kurd ‘

Jina  bi navê Rebîa Qewas,ku ew bi xwe  dayika şehîdan e, diyar kir ku roja 4’ê Nîsanê vejîn e ji bo jinê û tevahiya gelê kurd û wiha dewam ki:”Di roja 4’ê Nîsana 1949’an de   roka  azadiyê li Rojhilata Navîn hat der û tariya şevên reş û bi tirs  li ser hemû gelên bindest hat hilanîn, di vê rojê de    Rêber Apo ronî da duniyayê, ji zaroktiya xwe ve bû xemxurê azadiya gelê xwe û herwiha ji bo têkbirina serdestiya ku li ser jinê ye xebata xwe berdewam kir heya ku bi serket. Em wek jinên azad li ser fikr û ramanên Rêberê xwe ne, sekn û karên ku em li Rojava û tevayî Kurdistanê îro ji bo jinê azadî bi xwe ye, ev jî bi saya Rêber Apo, jinên berxwedêr, YPJ, Gerîlayên azadîxwa û pakrewanên Kurdistanê ye. Em   rojbûna Rêberê Apo li jinên azad, Malbatên Şehîdan û gelê kurd pîroz dikin û soz didin Rêberê xwe, ku em ê hertim li ser fikr û felsefeya wî  bin, heta ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixin û Kurdistanê bi tevayî azad bikin.”

‘Çandina daran azadî ye, ji felsefeya Rêber Apo ye’

Di derbarê Rojbûna  Rêber Apo û vekirina Baxçê 4`ê Nîsanê de dayika Şehîdan ya bi navê Rebîa Qewas rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha axaftin xwe bi dawî kir:”Em weke dayikên Şehîdan Rêberê xwe bi dilxweşî û serbilindî di vê rojê bi taybet bi bîr tînin, netenê di hemû rojan de jî, herwiha lê pîroz dikin  û bi fikr û felsefeya wî di vê rojê de jî bi hezarên daran diçînin. Ji karên balkêş yên ku îsal li bajarê Qamişlo hat kirin jî pirojeya ku Hevgirtina Hesarê bû,  em weke Malbatên Şehîdan li ser vî karê bi nirx   spasiya wan dikin  û vekirina vî baxçeyî, Baxçê 4`ê Nîsanê pîroz dikin.”