Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

XELATA YPJ’Ê DİYARÎ FERMANDARA PÊŞMERGEYAN HATE KİRİN 

04/04/2023
in NÛÇE
A A
XELATA YPJ’Ê DİYARÎ FERMANDARA PÊŞMERGEYAN HATE KİRİN 
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnertiya Kongreya Star ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê xelata rêzgirtinê diyarî fermandara pêşmergeyan ya YNK’ê Rêzan Reşîd kir.

Nûnerên Kongreya Star li Başûrê Kurdistanê Roza Hesen û Silava Silêman bi boneya salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) serdana biryargeha pêşmergeyên jin yên ser hêzên 70’ê li Silêmaniyê kir.

Nûnerên Kongreya Star li Başûrê Kurdistanê di serdanê de xelata YPJ’ê pêşkêşê fermandara pêşmergeyên jin Rêzan Reşîd ya ser bi hêzên 70’ê  (YNK) kir.

Fermandara pêşmergeyan Rêzan Reşîd jî 10’emîn salvegera YPJ’ê pîroz kir û got: “Jinên Rojava îspatkirine ku dikarin hemû jinan biguherin. Serkeftina beramber bi dijminê herî mezin yê mirovahiyê DAIŞ’ê îspata wêrekiya wane.”

Fermandar Rêzan di dewama axaftina xwede got: “YPJ ji bo xebatên netewî û jinan xwe daye ber guleyên dijminan.”

Di dawiya axaftina xwede jî fermandar Rêzan pîrozbahî li YPJ’ê kir û serkeftinê jêre xwest.

YPJ bi armanca têkoşîna bi El-Nûsra û DAIŞ’ê re di 4’ê Nîsana 2014’an de hatiye damezrandin. Niha li seranserê Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şervanên xwe yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî-Siryanî û Tirkmen heye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.