Norşîn Sîno/Qamişlo
6. Mîhrecana Şehîd Yekta Herekol ku di 27’ê Adarê de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di Mîhrecanê de 10 şano li ser asta Rojava, û şanoyek ji aliyê Koma Rojhilatê Kurdistan hatin pêşkêşkirin.
6. Mîhrecana Şehîd Yekta Herkol ku di 27’ê Adarê de, li Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bidawî bû. Armanca Mîhrecanê pêşxistina hunera şanoyê li Rojavayê Kurdistanê, peydakirina derfetê ji şanogerên kurd re da ku jêhatiyên xwe yên şanogeriyê pêşkêş bikin
Di Mîhrecanê de 10 şano li ser asta Rojavayê Kurdistanê, herwiha şanoyek ji aliyê koma Rojhilatê Kurdistanê ve, hatin pêşkêşkirin.
Di destpêka roja dawî ya mîhrecanê de, beşdaran deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê Şehîdan rawestiyan. Piştê wê hunermendê bi Navê Pêşawa Remedan yê ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî festîvalê bû, sitran gotin.
Piştî gotina sitranan, koma Şehîd Hêvî ya Navenda Aram Dîkran Şanoyek bi navê ‘Gelo te yek kuştiye ?’ pêşkêş kir.
Herwiha ji aliyê koma Şehîd Welat govendek hat pêşkşîkirin û di dawiyê xelat li şanoger û derhênereran hatin belavkirin.






