Rojnameya Ronahî

Li Şêxmeqsûdê hewldanên pêşxistina qada aborî

Ji ber ambargoyê û erdhejê piraniya kargehên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sekinîbûn. Bi keda Yekitiya Berhemdaran ji sedî 50 kargeh careke din dest bi kar kirin.

Erdheja ku 6ʹê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbû, bandor li gelek qadên jiyanê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê kir.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, astengî di qada pîşeyî de tên dîtin. Bi erdhejê re rewş aloztir bû û û piraniya kargehan 14 rojan sekinîn.

 

Hewldanên yekîtiyê bi rêjeya ji sedî 50 encamdar bûn

 

Bi saya hewldanên Yekitiya Berhemkaran a girêdayî saziyên civaka sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, ji sedî 50 kargehên ku rawestiyabûn, dîsa dest bi karê xwe kirin. Yekitiyê li gorî derfetan sotemenî peyda kir û li wan kargehan belav kir.

 

Endamê Rêveberiya Yekitiya Berhemdaran Farûq Ereb got: “Kêmbûna hejmara karkeran li pêşiya pêşketina aboriyê astengiyeke mezin e. Ji ber ku di encama erdhejê de gelek kargeh xesar pê hatine û karker bi fikar in ku vegerin ser kar kargeh li ser wan hilweşe.”

Ereb destnîşan kir ku kêmbûna sotemeniyê dewam dike û sedemên vê yekê spartin dorpêçê, zehmetiyên dabînkirina madeyên bingehîn û bacên ku bendên konrolê yên Firqeya 4ʹan li ser wan ferz dikin.

Li ser hejmara kargehên ku niha dixebitin, Ereb wiha pê de çû: “Ji hezar û 500 kargehan, niha nêzî 750 kargeh bi nîvê enerjiya xwe ya berhemdanê dixebitin. Ji ber ku karkerên pispor tune ne.ʹʹ

 

Hevgirtin

 

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêk û jinûve vegerandina berhemdayînê Ereb ev tişt got: “Yekitiya Berhemdaran a Şêxmeqsûdê bi komîteyên endazyar ên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re koordîne kir, da ku kargehên zirar dîtine tesbît bikin û parastina karkeran bikin. Di encamê de destekê bidin kargehan ji bo ku xebatên xwe temam bikin û vê pirsgirêka  xeternak derbas werin derbaskirin.”

 

Farûq Ereb spasiya hemû berhemkar, pîşesaz, bazirgan û her kesên ku alîkarî dane mexdûrên erdhejê kir. He wiha destnîşan kir ku lawazbûna di berhemdanê de ne tenê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, di heman demê de li tevahî herêmên ku erdhêjê bandor li wan kiriye.

 

Pirsgirêkên bandorê li berhemdar û kapasîteya kirînê dikin

 

Li gorî Yekitiya Berhemdaran a Şêxmeqsûdê, gelek pirsgirêk bandorê li sûka berhemdana cilên hazir dikin, ji wan bêîstîqrariya lîreya Sûriyeyê li hember dolar, kêmbûna sotemenî, zehmetiya dabînkirina wê û ferzkirina bacan  bi sedema dorpêça li ser her du taxan.

 

Farûq Ereb di dawiya gotina xwe de bang li hemû beşên civakê kir ku bi gotegotên mîna şerê taybet ên li dijî gel bandor ku dibin sedema hilweşîna rewşa aborî nebin. Her wiha Ereb bang li hemû karker û pîşesazan kir ku vegerin karê xwe û asta berhemdanê bi pêş bixin. ANHA