Rojnameya Ronahî

 Pêşbirka Helbestê  hanedana nivîsîna helbestê li gel ciwanan gurtir kir

Hemze Sêvo/ Qamişlo

Ehmed Huseynî diyar kir di encama Pêşbirkên Helbesta Kurdî ya Ciwanan de, pêşketin û bidestxistina hunera nivîsîna helbesta kurdî li cem helbestvanên ciwan yên Rojavayê kurdistanê berbiçav xuya kir.

 

Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ji dema avabûna xwe ve û heta niha, ji bo pêşxistin û xizmeta wêje û zimanê kudî, xebateke mezin dimeşîne. Yek ji xebatên HRRK’ê jî, Pêşbirka Helbesta kurdî ya ciwanan ye. Ev pêşbirk bi taybet ji bo ciwanên kurd yên Rojava ye, di 1’ê çileya 2023’an de hatibû destpêkirin. Pêşbirk bi serperştiya Komeleya Janê Xelef ya Xêrxwaziyê ya Ingilîstanê ye û salan ye.

HRRK’ê  bi awayekî berfireh  bi rêbazên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê, ji bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir. Di pêşbirka îsal de , zêdeyî 30 ciwanên  ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn, herwiha temenê wan û temenê wan ji 18 salî heya 30 salî bûn. Deriyê beşdarbûnê di 10 adarê de hat girtin û helbestên kesên beşdar jî ji komîteya Nirxandina Helbestan (Jûriyê) re hatin pêşkêşkirin.

Li gorî encamnameya pêşbirka îsal  wisa encam da : Helbesta asta yekem ’Ku Tu Werî’ ya helbestvan Ahîn Elumer, helbesta asta duyem ’Were’ ya helbestvan Dilyar Osê û helbesta asta sêyem Baskên Kevokê ya helbestvan Xecê Îsa bû.

Afrînerên ciwan li  Rojava hestên xwe bê par ji pêşbirkê nehiştin’

Derbarê pêşbirkA helbesta kurdî ya ciwanan endamê HRRK’ê û yek ji endamê Komîteya Jûriyê Ehmed Huseynî ji me re axivî.

Huseynî diyark kir ku wan wekî hersal, îsal jî dest bi Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan kir û wiha got: “Helbestvan li ser asta Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin û jixwebaweriyekê, bi berhemên hest û xeyalên xwe tevlî vê pêşbirkê bûn. Em jî weke Komîteya  Nirxandinê helbestên 30 kesan girte û nirxandina wan 2 mehan dewam kir. Nirxandin û encama dawî  ya vê pêşbirkê di 29’ê Adarê de ku dikeve roja rojbûna keça ciwan  ya bi navê Janê Xelf e, hat diyar kirin. Hebesta kurdî jî li cem ciwanan li ser asta Rojavayê Kurdistanê gavekeke berbiçav avêt pêş.

‘Pêşketina wêjeyî di nav helbestên ciwanan de îsal berbiçav e’

Ehmed Huseynî destnîşan kir ku di  pêşbirka îsal de, asta hunerî û wêjeyî ya piraniya helbestan bi nirx bûn, bi taybet li cem helbestvanên ji Kobanê û wiha domand: “Me hin regezên bingehîn yên helbestê di pêşbirka xwe de diyar kiribûn, helbestên ciwanan jî  li gorî wan rêgezan dihatin qebûlkirin û 30 helbest nirxandin. Bi giştî asta wêjeyî baş bû, lê 10  helbest di  nav wan de hebûn aşop û xeyalê ku helbestvanan bi kar anîbûn gelekî li pêş bûn. Herwiha li ser asta Rojavayê Kurdistanê hejmara helbestvanên ku bajarê Kobanê bû,  ji yên bajarên din zêdetir bûn û halbestvana bi navê Ahîn Elumer asta yekem stand û asta  3’yan jî ji welatiya Kobanî ya bi navê Xecê Îsa bû û xelata taybet ya Jûriyê pêşkêş kir jî ji şensê Mehmûd Misto bû hêjayî gotinê ye ku ew jî yek ji ciwanên Kobanê ye.”

‘Deriyê beşdarbûnê ji hemû helbestvanan re vekirî ye’

Endamê HRRK’ê  Ehmed Huseynî diyar kir ku her kesên xwedî jêhatiya nivîsîna helbestê li cem peyda be û  mercên beşdarbûnê pêk bîne, dikare navê xwe di pêşbirkê de tomar bike û axaftina xwe wiha qedand: “Em xelatan li helbestvanên serketî pîroz dikin û  bi hêv ne ku serkeftinên ji van bi nirxtir werbigrin. Herwiha ji kesên ku ev ast nebûn ji şensê wan dibêjin ku beşdarbûna we bi xwe serkeftin e û pêşbirkên me her sal hene divê helbestvanên me yên ciwan moralê wan nekeve û xwe baş ji sala bê re, hazir bike. Her mirovekî ku temenî wî an wê ji 18’an heya 30’î be, xwedî afrînerên wêjeyî û asta wî di wêje û nivîsandina helbesta kurdî de hebe, dikare helbesta xwe  bixe pêşbirkê de.”