Rojnameya Ronahî

Ciwanên Rewandizê bê karin û nikarin ji bo xwe karên taybet damezrînin

Li bajarokê Rewanduzê komek xwendevanên zanîngeh û peymangehan ji aliyê Rêxistinek Navneteweyî ve ji bo bikarin derfetên karê xwe ji bo xwe avabikin û bibin xwedî karên xwe yên taybet, perwerde dikin. Derçûyên zanîngeh û peymangehên dibêjin: “Ne hikûmet derfetên kar ava dike, ne jî di kerta taybet de kar heye.”

 

Rêxistina Hêza Plan bi hemahengiya li gel Navenda Rewşenbîriyan a Rewandizê bi rêya kursek 5 saetî, bi şêweyekî akademîk ji bo bi destxistina derfetên kar û çawaniya xwedîbûna karê xwe, rênîşan û planên taybet ji bo komek ciwanên derçûyên zanîngeh û peymangehan destpêkirine.

 

Li gorî lêkolînên Rojnews’ê li sînorê îdareya serbixwe ya Soran zêdetirî 31 hezar derçûyên zanîngeh û peymangehan hene û niha bêkarin. Her wiha li gorî bîlançoya Rêveberiya Perwerdeya Pîşeyî ya Soran, zêdetirî 10 hezar ciwanên ku piraniya wan derçûyên zanîngeh û peymangehanin, daxwaza pêşkêşkirina derfetên kar dikin, heta niha jî kar bi dest ne xistine.

 

Şewnim Cebar derçûyek zanîngehê ye û ji Rewandizê ye, di derbarê bê derfetiya kar ya ciwanên herêmê de axivî û got: “Fikrên me yên ku em bi xwe bikarin karê xwe ava bikin heye, lê rewşa xirab a aborî û çandî ya nerênî ya civakê bûye sedem ku nekarin kar bikin û bibin xwedî karên xwe yên taybet. Ciwanên devera Soran bi giştî bi taybet yên Rewandizê bêkarin û ji ber nebûna derfeta kar dinalin. Ji ber ku ciwan hêza aborî û darayî ya baş nînin û nikarin karên xwe yê taybet ava bikin yan jî di kerta taybet û giştî de kar bikin.”

Sînorê îdareya Soran di warê erdnîgariya xwe de bi taybet Rewandiz ji bo geştyarî, çandinî û lawirvaniyê destdayîye. Lê ji ber nebûna alîkariya hikûmetê ji bo vê kertê, bi sedan ciwan bê karin ku li gorî bîlançoyan 132 hezar kes di kerta giştî de karmendin. Her wiha 8 hezar kes jî xanenişînên sivîl û leşkerî ne.

Bi giştî di hezar û 500 projeyên ku di Rêveberiya Parastina Civakî ya Soran qeydkirî de, zêdetirî 4 karker di kerta taybet de kar dikin.

 

Ciwanek din ê Rewandizê Resul Hemed diyar kir ku bêkarî pirsgirêka herî mezin ya civakê ye û wiha pê de çû: “Bêkarî mirov ber bi suc, têkçûn û fikirandina xirab ve dibe. Divê em bizanin ka bêkarî civak û kesan bi kuve dibe. Ger me vê yekê zanî, em bikarin bi rêya mekanîzmayek taybet bi bêkariyê rû bi rû bibin. Rewandiz bajarokek giring ê geştyariyê ye û gelek çavkaniyên dahatê heye. Dikarin di projeyên geştyariyên yên weke li çiyayê Korek, Şingalbane, Bêxal û Cindiyan piraniya hevrikan ji xelkê Rewandizê bin. Lê niha guh nadin pêşketinên kerta taybet û aliyên geştyarî û çandiniyê li Rewandizê di astek xirab de ye.”

 

Îdareya serbixwe ya Soran ji 5 bajarok, 13 navçe û zêdetirî hezar û 500 gundan pêktê. Hejmara şêniyên wê jî zêdetirî 400 hezar kesan e. Li ser nexşeya geştyarî ya Iraqê 53 cihên geştyariyê qeydkiriye, lê bi giştî 138 cihên geştyariyê hene.

 

Her wiha 211 kargehên biçûk navên wan qeydkirine û destûra karkirinê ji hikûmeta Herêmê wergirtine. Di warê çandiniyê de jî 185 hezar donim zeviyê avdanê û 200 hezar donim zeviyê çandiniya dêmî heye. Li gel van giştî nekarîne ji pirsgirêka bêkariyê re çareseriyek bibînin. Her wiha rêjeya bêkariyê roj bi roj bilind dibe.

 

Şêwirmend û Rahênerê Karsaz û Kirûbirê di Hêza Plan de Hogir Dilşad di derbarê kursa dayîn destpêkirin de axivî û wiha got: “Rêxistina me li tevahiya Iraqê kar dike û bi berdewam semîner, konferans û kursên fêrkirin û hişyarkirinê yên di warên cuda de pêşkêşî ciwanan dike. Bi cara yekem me li Rewandizê kursa peydakirina derfetên karê taybet û kirûbirê vekirine. Lê ev wê ne kursa dawî be, dibe di dema bê de di derbarê mijarên cuda de li gel ciwanên Rewandizê berdewam bikin.”

Hogir Dilşad di derbarê armanca wan de wiha axivî: “Armanca me ew e ku em ji bo ciwanan planan deynin ku wê ciwan çawa bikarin werin nav karsazî û jiyana bazarê de. Her wiha ji bo ji xwe bawer bin, hîn zêdetir vekirî bin û li ser armanc û planên xwe zelal bin. Di dema borî de zêdetirî 800 kes bi rêya bername û kursên me bûne xwedî kar, 25 kes jî bûne xwediyên kargehên ku bername û pêşengtiyê ji rêxistina me wergirtibûn.” ROJNEWS