TEV-DEMʹê diyar kir ku di sedsaliya nûjen de 4ʹê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû ye û got, 4ʹê Nîsanê mîlada rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salan ên zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e.
Navenda Nûçeyan
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi boneya 4ʹê Nîsanê rojbûna 74ʹan a Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve dîlgirtiyê îradeya civakê ye û mercên herî zehmet di girtîgeha girava Îmraliyê derbas dike û wiha domand: “Dewleta Tirk a faşîst zextên giran ên neqanûnî, tecrîdeke polîtîk li ser wî ferz dike. Her wiha rê nade parêzer û malbata wî ku wî bibînin. Ev kiryar hemû binpêkirina qanûnan in. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina felsefeya jiyana azad girava Îmraliyê kir jêdera modernîteyê, çanda berxwedan û têkoşînê û afirîneriyê. Her wiha bi projeya neteweya demokratîk guhertinên mezin û bibandor ber bi çareserkirina tevahî pirsgirêkên pêkhateyên herêmê, alozî û nakokiyan ve pêk anî.”
TEV-DEM’ê diyar kir ku di sedsaliya nûjen de 4ʹê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû ye û wiha got: “4ʹê Nîsanê mîlada rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salan ên zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e. Ev zîhniyet niha bi îradeya şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengiya jin û ciwanan ji hev dikeve. Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di meheke herî pîroz a salê de ye. Di meha Nîsanê de xweza bi xweşikbûna xwe xwe dixemilîne. Tê zanîn ku Rêber Ocalan bi hezarkirina xwe ya ji xweza, civak, ekolojîk, dar û çandiniyê tê naskirin.”
TEV-DEM’ê da zanîn ku ji bo mîsogeriya azadiya Rêber Apo ku ji girîngtirîn erkên wan yên dîrokî ye, ewê asta têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya mezintirîn destkeftiyeke dîrokî ji bo gelan û civakan dike. Li ser vî bingehê divê em berpirsyariya xwe exlaqî bi cih bînin û xwedî li Rêber Apo derkevin. Tam bûye 2 sal me tu agahî ji rewşa tenduristî ya Rêber Apo negirtiye. Ev yek me dixe nava fikaran. Bêdengiya li hemberî vê rewşê jî her kesî bi fikar dike.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû tevgerên nîştimanî, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî rewşa girtiyan dikin ku tavilê bikevin tevgerê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên derbirînê bixwazin.






