Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir

01/04/2023
in NÛÇE
A A
HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê ragehand ku artêşa Tirk a dagirker di meha Adarê de 72 caran bi balefirên şer, 1357 bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran û 53 caran jî bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş çeperên  kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê  bîlançoya şerê meha Adarê eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê ku dijminê sondxwarî yê jin, ciwan û gelan bi taybetî Kurdan e, ji bo li ser piyan bimîne di şer de israr dike û wiha domand: “Êrîş, înkarkirin û tinekirina Kurdan, ji bo têgihiştina faşîst a siyasetê ya li Tirkiyeyê rêya herî hêsan e, ji bo rejîma AKP-MHP’ê bûye polîtîkayeke mayînde. Di vê demê ku Tirkiye di her warî de di nava krîzeke kûr de ye, gelên Tirkiyeyê bi êş û birçîna dinalin, rejîma AKP-MHP’ê bi bilindkirina şovenîzmê û kûrkirina faşîzmê hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle. Ji bo vê yekê pêk bîne êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde dike.”

 

HPG’ê da xuyakirin ku êrîşên hikumeta AKP-MHP’ê bênavber dewam dikin û wiha got: “Tevî ku hêzên me yên parastinê di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn jî, rejîma AKP-MHP’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî bê navber didomînin. Bi taybetî li Dêrsîm, Besta, Mêrdîn, Cûdî û Colemêrgê li gelek cihan gelek çalakî hatin lidarxistin, li dijî hêzên me êrîş pêk hatin, li hin cihan hevalên me şehîd ketin. ”

HPG’ê derbarê  êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Artêşa Tirk her roj bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî ve êrîşên xwe yên bê navber ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve didomîne. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qasî ku hêzên me dikarin di nava mehekê de tespît bikin; 72 caran bi balafirên şer, 1357 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombekirin. Çeperên berxwedanê yên gerîla 53 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.”

HPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan yên ku timî rastî êrîşên artêşa Tirk hatin, ji bo parastina xwe bersivên pêwîst dan, di encamê de 32 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin û 6 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de pergaleke kameraya mobese û dronek jî hate rûxandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.