Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Tirbespiyê û Amûdê ,bi meşeke girseyî komkujiya Cindêrsê şermezar kirin.
Navenda Nûçeyan \ Qamişlo
Ji bo şermezarkirina komkujiya Efrîn, bi diruşmeya ’Bi Rihê Berxwedana Gelê Efrînê Em ê Dagirkeriyê Têkbibin û Efrîn Rizgar Bikin’ şêneyên bajarê Qamişlo, bi beşdarbûyîna şêneyên navçeyên Til hemîs , Til Birak, Tirbespiyê û Amûdê meşeke girseyî li dar xistin.
Meş di seat 11’an ji Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Şehîdên komkujiya Cindrêsê ya 20’ê Adarê hat bilindkirin û dirûşmeyên ’Efrîn ne bi te nê ye, Şehîd namirin , Bijî berxwedana Efrînê , wê agirê Newrozê venemire’ hatin qîrîn. Meş li pêş navenda Netewên Yekbûyî bi dawî hat rawestandin û deqûqeyek rêzgirtinê li ser giyanê Şehîdên Azadiyê hat rawstandin.
Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya demokratîk (PYD) Hêvî Silêman axivî û komkujiya Cindêrisê şermezar kir û berxwedana Efrîn silav kir.
Di dawiya meşê de nameyea şêniyan radestî Neteweyên Yekbûyî hat kirin û siloganên ” Şehîd Namirin ,wê agirê Newrozê venemre’ hatin bilindkirin.






