Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÇIMA SEMBOLÊN PDK’Ê LI EFRÎNÊ LIBA DIKIN?

29/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
BI ERDHEJÊ RE KILÎTA TÊKILIYAN KET DESTÊ RÊJÎMA ESED
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Di roja 20’ê Adarê de û dema hejmara kêm mane ji welatiyên kurd li Cindêrisa Efrînê ku hîn di bin bandora birîna kûr a erdheja 6’ê sibatê de bûn, bi coşa Newrozê şad dibûn û agirê Newrozê pê dixistin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe li şahiya Efrîniyên resen ranegirtin û welatî gule baran kirin. Di encamê de 4 kesên ji heman malbatê şehîd bûn û hin welatî birîndar bûn. Paşê hate gotin hejmara şehîdan derket 5’an.

Piştî komkujiyê gelê kurd bi rihê berxwedana Newrozê li dijî zulim û zordariya dewleta Tirk û çeteyên wê ya 5 salan serî hildan. Saet li pey saetê xwepêşandan li herêmên kantona Efrînê zêde bûn. Gihişt asta mijar di rojeva cîhanê cih bigre.

Dewleta Tirk a ku Efrîn dagirkir û çete tê de bi cih kirine, ji bo bûyer zêdetir nebe rojev û ji destê wan dernekeve bi rêbazên xwe yên qirêj destwerdan kirin.

Di vir de rê ji alîgirên ENKS’ê û hevalbendên wan re hate vekirin, ala herêma Başûrê Kurdistanê bi rehetî li Cindêrisê rakin. Her kes dizane ev 5 salin rê li wan jî dihate girtin. Lê vê care hevalbendên ENKS’ê xwe kirin wekî serkêşê xwepêşandaran. Lê mixabin li şûna bi rastî serkêşiyê bikin û riwê rast ê bûyerê aşkere bikin. Bûyer wekî çend kesan û komekê pêk aniye, anîn ziman. Heman tişt di ragihandinên girêdayî opozisyonê, dewleta Tirk û PDK’ê de jî hate nîşandan. Bi vê jî kujerên rast ku dewleta Tirk û siyasetên wê yên dagirkeriyê ye veşartin. Kujer wekî komeke ji çend kesan nîşan dan.

 

Heger helwesta wan rast bi armanca darizandina kujeran ba, wê destpêkê pergala dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê mehkûm kiribana. Wê bûyer berûvajî ne kiribana. Wê çareseriya wê jî bi rizgarkirina Efrînê û dawîkirina pergala dagirkeriyê nîşan dabana. Di vir de jî mirov niyeta beşdarbûna ENKS’ê ya di nava xwepêşandana de zelal dibîne.

Yenî di rastiya xwe de mijara komkujiya Newrozê ya li Cindirêsê xalek ji siyasetên dewleta Tirk a dagrker ku 5 sal in li ber çavên cîhanê pêk têne. Mane wan Efrîn dagirkirin welatiyên Efrînê ji cih û warên xwe wan  derxistin û guhertina demografî li wir û hemû cihên din ên dagirkirine pêk tînin.

JI bo wê divê gelê kurd bi diruşmeyên wan û rakirina alên herêmê neyên xapandin.  Carde jî dibêjim heger helwesta ENKS’ê ne planek qirêj baya Wê di cih de xwe ji Koalîsyona Opozisyonê (Itîlaf) bikşandaya. Wê mijar bi pergala dagirkeriyê de girêdabaya. Wê çareserî jî ne bi darizandin û girtina çend çeteyan ve girêdaba. Ji ber çareseriya rast darizandina dewleta Tirk a dagirker e û bi dawîkirina pergala dagirkeriyê ye. Heger wiha nebe û dawî li guhertina demografî neyê, Efrîniyên li kampên koçberiyê li Şehba û deverên din jiyan dikin, venegerin ser warê xwe, wê tola şehîdên Newrozê û şehîdên komkujî û wêrankirina dewleta Tirk û çeteyên wê di van 5 salan de pêk anîne neyê hilanîn.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.