Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK: Em ê teqez  xwedî li armancê fermandarê mezin Fazil derkevin

28/03/2023
in NÛÇE
A A
PKK: Em ê teqez  xwedî li armancê fermandarê mezin Fazil derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Navendî ya PKK’ê şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan ragehand û got, em soz didin ku em ê teqez xwedî li armancên Fermandarê mezin Fazil derkevin

Navenda Nûçeyan

PKK’ê ragihand ku yek ji pêşengên tevgera azadiyê û têkoşîna gerîla Fazil Botan şehîd bûye. PKK’ê got, “Wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û PKK’ê kiriye.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê ji ber şehadeta Fazil Botan peyamek weşand.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan bi lehengî li ber xwe didin û wiha got: “PKK partiyeke Rêbertî û şehîdan e, li dijî dijminê kujer, faşîst, qirker û zalim têkoşîneke mezin dide. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku bi çek û teknîka herî pêşketî dike, li gel êrîşên dijmin ên bi gazên bi jehr û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexe ne, artêşa gerîla bi lehengî li ber xwe dide. Dost û dijmin, her wiha dîktator Erdogan-Bahçelî û faşîzma AKP-MHP’ê jî baş zanin ku serketina misoger a artêşa gerîla gelekî nêzîk e. Lewma diperpitin û mîna ku har bûne, êrîş dikin.”

PKK’ê da xuyakirin ku Şehîdê mezin ê partiya wan Fazil Botan wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku piştî tevlî nava refên partiya wan bû her şaneya xwe tevlî nava rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û partiya wan kir û wiha domand: “Weke fermandarê efsanewî yê berpirsyarî û wezîfeya mezin, meş û tevlîbûna mezin, di pêşvebirina artêşa gerîla de bi roleke mezin rabû. Ji dema ku tevlî nava partiya me bû û pê ve pêşketinên mezin afirand û hema bêje li her bihosta xaka Kurdsitanê gerîlatî kir, bi taktîkeke bêhempa ya gerîlatiyê derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji fermandarên bijarte. Ji bo dawî li zext û koletiyê bîne, ku bi sedan sal in li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, bi dil û can, bêrawestan têkoşiya.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê  domand: “Partiya me ku ji 21’ê Adarê roja çalakiya fedaî ya mezin a Hawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan û heta 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê gerîla yê mezin hevrê Mahsûm Korkmaz weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike, şehadeta fermandarê mezin û endamê Komîteya Navendî ya partiya me hevrê Fazil Botan radigihîne, di heman demê de soz didin ku em ê teqez xwedî li armancên wî derkevin. Em careke din dibêjin ku sond rûmet e, em ê ti carî rûmetê binpê nekin. Li gorî soza xwe ku me gotibû em ê bibin şûrê tolhildanê yê tûj ê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, hevrê Fazil û hemû şehîdên me yên din, em ê vê soza xwe bi cih bînin, em careke din vê sozê didin gelê xwe û gelên cîhanê.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.