Navenda Nûçeyan
Navenda Ragehandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi balafir, helikopter û çekên giran çeperên berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê bombebaran kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker yên ser çeperên berxwedanê yên gerîlayên azadiyê daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma Zapê, di 24’ê Adarê saet 19.00 û 20.30’an de dagirkeran 2 caran êriş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîda û hêzên gerîla jî ji bo parastina xwe bersiv da êrişan.
HPG’ê da xuyakirin ku di 24’ê Adarê de derdora Golka ya Metîna, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê û Girê Cûdî û gundê Sêgirê yê Amêdiyê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Herwiha di 24’ê Adarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro û herêma Saca û çeperên gerîla yên berxwedanê yên Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
HPG’ê ragehand ku di 24 û 25’ê Adarê de çeperên hêzên wan yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.






