Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Kombenda Efrîn ya Civakî ya herêma Cizîrê bi daxyuaniyekê komkujiya Cindêrisyê ya şeva Newrozê ku ji ser çeteyên dewleta Tirk ve pêk hat, şermezar kir.
Kombenda Efrîn ya Civakî ya herêma Cizîrê derbarê qetilkirina çar ciwanên kurd yên Cidêrsê ji aliyên çeteyên dewleta Tirk ve, li pêşiya Navenda Netweweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de endamên Kombenda Civakî a Efrînê, kesayet û weltiyên Efrîn û Qamişlo amade bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî û inglîzî ji aliyê endamên Kombendê ve, hat xwendin.
Kombenda Efrînê di destpêka daxuyaniyê de, şehîdên Cindêrsê yên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê ve, bi sedema dadan agrê şeva Newrozê hatin e qetilkirin, şermezar kir.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê bên derxistin û gelê Efrînê yê resen ji bo malên xwe bên vegerandin.
Kombenda Efrîn ya Civakî ya herêma Cizêrî di daxuyaniya xwe de banga cezakirina kujeran kir û ji Neteweyên yekbûyî xwest ku bi erkê xwe rabe. Herwiha banga derbasbûna Çapemeniya Cîhanî ji şopandina rewşa giştî ya herêma Efrînê, kir.
Hejayî bibîrxistinê ye ku di şeva 20 Adarê de, dema ciwanên kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê agir dadan, rastî êrîşeke hovane ya çeteyên dewleta Tirk a dagirk hatin û di encamê de çar ciwanên kurd ku ji heman malbatê ne jiyana xwe ji dest dan. Navê ciwanên Kurd yên ku jiyana xwe ji dest dane jî wiha ne: Fereh Osman, Mihemed Ferhedîn Osman, Nezmî Osman û Mihemed Osman.






