Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Kurd Nerwoza 2023’an pîroz kir û Îmraliyê silav kir

22/03/2023
in NÛÇE
A A
Gelê Kurd Nerwoza 2023’an pîroz kir û Îmraliyê silav kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi 100 hezaran Kurd û dostên wan li Kurdistan û gelek cihên cûda yên cîhanê Newroza 2023’an bi coşeke mezin pîroz kirin û gotin, bi rihê agirê Newrozê em ê têkoşîna  azadiya fîzîkî a Rêber Apo bilindtir bikin.

Li tevahiya bajarên Kurdistanê û gelek devrên cûda yên cîhanê çalakiyên pîrozbahiya Newroza 2023’an hatin li darxistin.

Amedê

Fînala Newroza 2023’an li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” pêk hat. Li qadê bi 100  hezaran kes kom bûn. Dika çalakiyê bi rengê reş hate xemilandin û pankarta bi nivîsa “Newroz pîroz be” lê hate daliqandin. Her wiha posterê Jîna Emînî yê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî em ê têkoşîna jinê bilindtir bikin” û posterê Kemal Kûrkût ê bi nivîsa “Kemal Kûrkût namire” li qada Newrozê hatin daliqandin.  Jin û ciwan bi kincên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.

Herwiha Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî peyamek ji Newroza Amedê re şand. Talabanî di nameya xwe de banga yekîtiya gelê Kurd kir û balkişand ser girtiyên pêşengên kurdan û got, rêberên me berdin.

Cizîra Botan

Li Cizîra Botan bi deh hezaran kes agirê Newroza azadiyê vêxist û peyama, “Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Em ê hemû bi hev re vê desthilata dijminê gelan hilweşînin.”

Gelê herêma Botanê li taxa Banê Xanê ya navçeya Cizîrêy a Şirnexê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Bi deh hezaran welatiyên Cizîra Botan û Şirnex û navçeyên wê tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên ku hatin qada Newrozê di ketina qadê de fişekên hewayî teqandin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” berz kirin. Bi deh hezaran kes sirûdên “Çerxa Şoreşê” û “Kobanê”xwendin.

Qendîl

Newroza Qendîlê ya bi dirûşma “Bijî Serok Apo” demxeya xwe li rojê da, bi gerandina govendê ya li ber stranan dawî bû.  Newroza Qendîlê ya 2023’yan a bi dirûşma “Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin” bi tevlibûna hezaran xelkê çar parçeyên Kurdistanê li Binarê Qendîlê hatibû destpêkirin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û gerandina govendan bi dawî bû.

Kobanê

Pîrozbahiya Newrozê ya li ser Girê Miştenûr ê Kobanê bi pêxistina meşaleya Newrozê û deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.  Di pîrozbahiyê de bi hezaran kes beşdar bûn.

Tirbispiyê

Bi hezarên şêneyên navçeya Tirbespiyê li gundê Dirêcîkê Newroz pîroz kirin. Şahiya Newrozê bi coşeke mezin bi rêve çû.

Dirbêsiyê

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê cilên xwe yên netewî li qada Newrozê ya li gundê Colbistanê kom bûn, agirê Newrozê dadan

 Şehbay

Xelkên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” herikîn qada Newrozê. Newroz li gundê Elewşê yê navçeha Ehdasê ya Şehbayê hate pîrozkirin. Qad û dika pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengên Kurdî hatin xemilandin. Pîrozbahiyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” destpê kir.

Heleb

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hin taxên din ên Helebê ji saetên sibehê de Newroza 2023`yan bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê li herêma Şiqeyif a Şêxmeqsûdê tê lidarxistin.

​​

Şam

Bi sedan kurd û dostên wan li Stada El Feyha ya paytexta Sûriye Şamê bi dirûşma “Bi giyanê Newrozê dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” Newroz pîroz kir.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin ku Cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna dirûşma Newrozê kir. Di pîrozbahiyê de gelek komên hunerî berhemên xwe pêşandan.  Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Reqa

Meclisa Sivîl a Reqayê şahiya Newrozê li Qada Fakulteya Çandiniyê ya berê ya li Çerxerêya Firosiyê ya li aliyê bakurê rojavayê Reqayê, li dar xist.

Dêrazorê

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku Newroz cejn nîşaneya tevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan e.

Di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz li qada bajarokê Hecînê pîroz kir.

Germiyan û Xaneqînê

Li navçeya Kelarê ya li navenda îdareya Germiyanê li ser Qelaya Şêrwane bi tevlîbûna gelek kesan agirê Newrozê hate vêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin.

Li aliyê din yekemcar bi awayekî fermî cejna Newrozê li bajarokê Kifrî yê Germiyanê hate pîrozkirin. Di şahiyê de hunermend Adil Hewramî, Çopî Fetah û Karwan Xebatî bi stranên xwe coş dan şahiyê û girseya gel li ber sitran û mûzîkê govend gerand.

Li bajarokê Xurmato yê ser bi navçeya Xaneqînê jî bi tevlîbûna gelek kesî û parlamenterên Iraqê agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.

Rojhilatê Kurdistan

Li tevahiya bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê doh agirê Newrozê hate pêxistin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi agirê Newrozê gur bû, reng û dengê jinên azad bilind bû.

Li bajarê Seqizê serdana goristanan hate kirin. Bi taybetî bi sedan kes tevî malbata Jîna Emînî, çûn ser gora jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî. Jîna Emînî li ser gora xwe hate bîranîn û Newroz li hemû kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, hate pîrozkirin.

Li bajarên Sine û Bokanê jî dayikên zarokên wan hatine qetilkirin, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ Newroz pîroz kirin û li ser goristanan zarokên xwe bi bîr anîn.

Elmanya, Awûstûrya û Îtalyayê

Li Heîlbron, Kîel û Bîelefeld ku bajarên Elmanyayê ne, li bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Parma yê Îtalyayê, Newroz hat pîrozkirin. Di pêrozbahiyan de bêyî sekin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin. Meş heta bi qada Keselbrînkê dewam kir.

 Marsîlyayê

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya TCŞ‘ê û TekoJIN‘ê bi dehan ciwan di çarçoveya kampanya “Werîn Cenga Azadiyê“ de daketin qadan û Newroz pîroz kirin

Karlstad

Li bajarê Karlstadê ya Swêd Newroz bi beşdariya bi sedan kes hate pîroz kirin. Li ser navê Partiya Çep Parlementer Hakan Sveneling axaftin kir. Sveneling Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û diyar kir ku ew weke partî û kes piştgirî didin HDP’ê û girtiyên zindanan.

Şahiya Newrozê bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Japonya

Kurdên li Tokyoyê paytexta Japonyayê û dostên wan ên Japon, Newroz bi hev re pîroz kir. Li Parka Akîgaseyê ku nêzî Tokyoyê ye, Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Kurd û dostên wan ên Japon tev li pîrozbahiyê bûn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar peyamek şand. Hevserokê PYD’ê Salih Mislim jî bi rêya internetê beşdar bû. Koma Dengê Jinên Japonyayê ku ji hunermendên Japon û Kurd pêkhatî jî, tev li pîrozbahiyê bû.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.