Rojnameya Ronahî

Kawayên hemdem yên serdemê Gerîlayên Azadiyê ne

Mihemed Xanim/Qamişlo

Dehakê serdemê Erdogan û faşîzma AKP/MHP’ê ye. Bi saya gerîlayên Apoyî, Kawayên Hemdem  xwestek û daxwaziyên faşîzmê têk diçin û newroza îsal bi armanca ku agirê newrozê bibe sedema hilweşîna desthilatdariya faşîst, newrozê pîroz dikin.

 

Wateya peyva Newroz

Peyva Newroz li gor zimanê Kurdî ji du kiteyan pêk tê. ‘New’ bi wateya ‘Nû’ ‘Roz’ jî bi wateya ‘Roj’ e. Her du kite dema tên cem hevdu tê wateya ‘Roja nû’ ango Newroz. Weke zarava jî bi wateya zindîbûn, jiyan û nûbûnê ye. Ji ber Newroz tê wateya rojeke nû ku dema dawî li demsala zivistanê ya sar û dijwar tê, giya şîn dibe, dar kulîlkan didin, kanî diherikin, germahî   zêde dibe û bi demsaleke nû bihar dest pê dike. Bi guhertina avhewayê,  cejna Newrozê xwedî dîrokeke kevnare.  Tevî ku Newroz cejneke Kurdan e û li xaka Kurdan derketiye holê, lê  hinek welatên weke Îran, Afganistan, Ozbekistan, Tacikistan û Qirgizistan jî vê rojê pîroz dikin.

Efsaneya Newrozê

Cejna Newrozê 21’ê Adarê ya sersala Kurdî ye û roja yekemîn a biharê ye. Dîroka vê cejnê li gor çavkaniyan, digihîje sala berî zayînê 612’yan. Her sal ev roj di nav gelê Kurd û gelên din ên herêmê de bi coş tê pîrozkirin. Newroz ji bo gelê Kurd  xwedî taybetmendiyeke girîng e. Bi hatina biharê, şînbûna deşt û çiyayan, sembola berxwedaniyê û azadiyê ye. Dîroka vê sembolê jî, ji împaratoriya Medya heta roja îro ye. Li gor efsaneya Newrozê, Dehaq padîşahekî zalim e û zilmê li Kurdan dike. Timî mejiyên serê ciwanên Kurd jêre dibin, da ku marên li ser milên wî pê xwedî bikin. Kawayê Hesinkar ê kurekî çeleng yê Kurd e li hember vê zilmê serî rakiriye, Dehaq tine kiriye û paşê jî weke nîşaneya serketinê agir pêxistiye.

 

Berxwedan afirandin e û xwebûn nûjenkirin

 

Di dîroka mirovayiyê de du çem diherikin; yek çemê heqîqetê ye û yê din jî çemê faşîzmê ye. Kawayê Hesinkar jî mîna çemê heqîqetê ku di dîrokê de ji bo xuşk  û biratiya gelan, neteweya xwe parast û ji bo wekheviyê serî hilda ye. Eger mirov rewşa Rojhilata Navîn û serdema ku tê de jiyayî bi lêv bike, bikeve kûrayiya dîrokê de, wê rastiya  hişmendiya faşîzan nas bike. Eger em wek fîkrên Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û Rojhilata Navîn ji bo serdema xwe Newrozê binirxînin, em ê bigihîjin rastiya wê. Di dîroka Tevgera Azadiyê de, Kawayê Hesinkar ku li beramberî Dehakên serdemê serî rakir,  Şehîd Mezlûm Dogan’e. Di şexsê wî de, bi sedan Kawayên Hemdem bi fikir û ramanê tevna mêjiyên xwe, jiyan honandin  û li hemberî dagîrkeriyê berxwedan di  asta herî jor de pêş xistin. Ev yek jî heqîqeta Têkoşîna Azadiyê ye. Rê û resmên ku bi ramanên Rêber Apo  hatine avakirin, wateya berxwedanê mezintir dibe.

 

Jina Kurd xweşkbûna jiyanê honaye û çerxa qirkirinê dişkîne

 

Her pêvajoyek li gorî serdema xwe tê biwatekirin û xemilandin. Tevgera Azadiya gelê Kurd, jiyan afirandiye, bi xemil û coş kiriye, kevirê goşeyên jiyanê li ser hev rêz kirine. Yê ku xweşikbûna jiyanê honaye û bi wate kiriye jina Kurd e. Jina Kurd  di nava  ramanên berxwedanê de hîn zêdetir bi wate dibe û li gorî cîh û demê çerxa qirkirinê dişkîn e. Dehakên serdemê dixwestin ku bi rêbazên cûda vîna gelê Kurd tine bikin û bi taybet jî di nava vê de vîna jinê ya pîroz tine bikin. Têgeha pîroz bixwe jî avakirin e û hevpêymana jiyana hevbeş e. Ji ber wê watebûna Newrozê di Têkoşîna Azadiyê de bi xwe hisandina Kurdperwerî ye, welatperwerî ye, nirxdana jiyanê ye. Em dikarin bibêjin ku êdî girîngiya Newrozê di Kurdisatanê de gihîşte asta herî bilind. Ji ber wê jî pîrozkirina Newrozê ya vê demê bi berxwedaniya keç û xortên Kurd cûdatir bûye.

 

  Newroz ji bo gelê Kurd hêviya jiyaneke nû ye

 

Li hemberî tarîtiyê, Newroz hûnandina jiyaneke nû ye. Bêguman di Kurdan de, ji Zerdeşt bigre heta despêka têkoşîna azadiyê de, li beramberî tarîtiyê, ronayî hatiye  pijrandin û li hemberî bêbextî û qirqirinê jî  berxwedanî hatiye hilbijartin.

Erdnîgariya Mezopotamya ji bo pirtûkên pîroz bûne xwedî war, xeml û bedewiya wî li vê derê haviynê xwe girtiye û herî zêde pirtûkên pîroz li ser vê erdnîgariyê hatine nivîsandin, dîsa herî zêde bawerî û hêvî li ser vê erdnîgariyê hatine afirandin. Fîlozofên hêja yên wekî pêxemberê gelê Kurd Zerdûşt jî li ser vê erdnîgariyê bûye. Lewma agir ji bo Gelê Kurd wekî navnîşana ronayiyê ye. Em dikarin bibêjin ev erdnîgariya ku bihişta mirovan e, Dehaq jî dixwazin bikin dojeha mirovahiyê.

 

Kawayên Hemdem  xwestek û daxwaziyên faşîzmê têk dibin

 

Herikbariya dîrokê ya ku heta roja me ya îro hatiye, bi berxwedaniya ku îro li çar perçeyên Kurdistanê dimeşe û ji bo mirovayiyê bûye hêviyeke nû; bûye hêviya jiyanê ku gel bikaribin xwe lê bigrin, bi taybet gelê bindest li ber ronayiya vê têkoşînê, li ber berxwedaniya wî, li ber jiyana bi ramanên azadiyê hatiye hûnandin ku bikaribin xwe rêxistin bikin pêla berxwedaniyê her diçe bilind dibe. Dehaqê di dîrokê de û yê niha ti cudayia wan tine ye . Ji bo bikaribin Newrozê li gelê Kurd tarî bikin, agirê Newrozê ku li serê çiyayên Kurdistanê geş dibe vemrînin, li her derê êrîş dikin. Lê her serdema ku Dehaq lê hebin,  wê li kêleka wê Kawayên hemdemî jî hebin.  Kawayên hemdemî yên serdemê, gerîlayên azadiyê ne. Çerxa faşîzma ku niha li serê hemû cîhanê bûye bela, dewleta Tirkiyê ye.

 

Kurdên Xwefiroş ji dijmijnan xwînmijtirin

 

Perçeyekî mezin ya Dehaqên vê demê jî, Kurdên xwefiroşin  ku ji çanda xwe dûr ketine, bûne xwînmijê gelê xwe. Heviyên dagîrkeran jî bi vana ve girêdayî ne. Di roja îro de, têkoşîna Azadiyê bersivê dide Dehaqan. Berxwedaniya Rêber APO ya ku di zindana Îmraliyê de li dijî dijmin di her kêliyê de dimeşîne; wekî derba Kawayê Hesinkar yê ku li Deheqan daye ye. Tû ferqa xwe nîn e. Dehaqên serdemê faşîzma AKP- MHP ‘ye û Kawayên serdemê jî gerilayên azadiyê ku şopdarên Rêber APO ne. Niha gelên azadîxwaz hemû xwe li ber fikrê Rêber APO ronî dikin. Ji ber vê tecrîda li ser Rêber Ocelan qebûl nakin. Her wiha  bi saya gerîlayên APOYî, Kawayên Hemdem  xwestek û daxwazên faşîzmê têk dibin. Wê ev yek jî bibe sedema hilweşandina dagirkeran.