Rojnameya Ronahî

Rewşa kargehên savarê li bakur û rojhilatê Sûriyê

Darîn Silê/Qamişlo

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kargehên çêkirina savarê, ji bo peydakirina hewcedariya welatiyan tevî rûbirûbûna astengiyan kar dikin. Hevserokê ofîsa pêşesaziyê Hisên Usman jî got, Em bi hemû derfetan hewl didin pêwîstiya herêmê ya bi savarê peyda bikin.

Di dema dawî de Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di warê pîşesazî de bi pêş ketiye. Herwiha gelek herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê kargehên cûda vekirine. Di nav wan de gelek kargehên savarê jî hene. Ev kargeh hem derfetên kar ji hezarên mirovan re peyda dikin, hem jî hewcedariya gel ya savarê pêşewazî dike.

7 kargehên savarê li bakur û rojhilatê Sûriyê hene (kargeha El Cizîre, Rafîdên, Cûdî, Selam, Nehrên, Firat, Faxir û Baz).

Jimara karkeran û rêjeya hilbirînê

Hejmara karkeran di her kargehekê de ji 30 heta 50 karker û karmendan heye. Herwiha rêjeya hilberînê ya her kargehê, li gorî kar û xebata wê ye. Eger her tişt peyda be, kargeh bi rêjeyeke hilberînê ya bilind û hejmareke zêde kar dike, heta ku di mehê de nêzî hezar ton savar çêdike. Lê dema ku madeya genim kêm be û kerebe tinebe, di mehê de karheh nêzî 500 ton savar çêdike.

Cûre û qalîteya savarê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî cureya genim û awayê hilberîna wê, savar li ser du cûreyan tê dabeşkirin. Cûreyek jê rengê wê zer e, ya duyemîn jî rengê qehweyî ye, ku ji savara zer nermtire. Lê herî zêde savara zer di nava gel de tê bikaranîn. Dema ku dikeve hilberînê. Ji bilî renê wê jî sê beşên savarê wek, savara girs ya navîn û ya hûr hene.

`Em bi hemû derfetan hewl didin pêwîstiya herêmê ya bi savarê peyda bikin`

Derbarê rewşa kargehên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên savarê Hevserokê Ofîsa Pîşesaziyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Hisên Usman, ji me re axivî û di destpêka axaftina xwe de behsa hevdîtinên vê dawiyê yên bi xwediyên kargehên savarê re kir û got, dema dawî ji bo naskirina pirsgirêk û zehmetiyên ku kargeh pê re rûbirû dimîne e, me civînek bi xwediyên kargehên savarê re çêkir. Di civînê de diyar bû ku ew zehmetiyan di milê peydakirina elektirîkê û genimê hişk de dikşînin. Em bi hemû derfetên xwe kar dikin û hewl didin pêwîstiya herêmê ya bi savar peyda bikin. Herwiha aboriya herêmê bi pêş bixin.

Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berhemê savarê yê ku ji aliyê kargehên me ve tê hilberandin,  têra pêwîstiya welatiyan nake. Ji ber wê jî em mehane ji 600 ton heta 1000 ton savar ji derve werdigrin, lê dîsa jî pêwîstî bi berhemeke zêdetir heye. Wergirtina savarê ji derveyî herêmê wek pîvaneke ji bo peydabûn û hewcedariya bazarê ye. Hin caran wergirtina ji derve jî bi dest me nakeve. Lewra gelek caran rê û deriyên cûnhatina yên navbera herêmên me û yên derve de girtî ne.”

`Divê hilberîna xwecihî û ya ji derve zêdetir bibe`

Hisên bal kişand ser savara ku ji derve tê wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Savara ku ji derve tê wergiritn biha ye û zêde daxwazî ​li ser nîne. Pêwîstiya welatiyan ji rêjeyê ku tê çêkirin zêdetir e û divê hilberîna xwecihî û ya ji derve zêdetir bibe. Divê her mehê du hezar ton savara herêmî û ya derve were peydekirin. Herwiha pêwîste serjimariyeke li ser hejmara wlartiyên herêmê hebe û rêjeya hilbirênê ya her kesekî diyar bibe. Li se vê bingehê wê rêjeya madeyê û asta hibirînê were diyarkirin.”

`Divê qada zeviyên çandiniya genim zêdetir bibe`

Hisên got, ji bo ku em berhemeke baş ji savarê bi dest bixin, divê destpêkê em di warê ewlekariya xwerekî de bi pêş bikevin. Ango sîstema dewreya çandiniyê pêk bînin û qadên çandiniyê kêm bikin. Herwiha zevî bi Tiştên nepêwîst neyên çandin û qanûnek ji bo kesên ku van rêbazan binpê dikin, were danîn. Da ku qada zeviyên çandiniyê ji bo çandiniya genimê hişk zêdetir bibe. Çêkirina ambarên nû ji bo komkirina genim û zêdekirina rêjeya wê. Herwiha dabînkirina piştgiriyeke tam û dabînkirina hemû pêwîstiyên kargehên savarê ji madeyên xam û enerjiyê. Da ku tevayiya kargeh ji nû ve bikevin xizmetê û rêjeya hilbirîna xwe zêdetir bikin.

`Divê em genim bi taybetmendîyên bilind biçînin`

Hisên wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em di berhemanîna savarê de rêjeyeke baş bi dest bixin, divê çend faktor hebin an jî stratejiyek diyarkirî were sepandin. Di destpêkê de li gorî Hilberîna genim were sepandin. Herwiha divê em genimê hişk bi taybetmendîyên bilind ji tovên baş û taybetmendîyên baştir biçînin û zeviyên ku bi genimê hişk tê çandin zêdtir bikin. Em tev dizanin ku piştî Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta çandiniyê lawaz bû. Ji ber rawestana kar û barên bendavan, rûbara rêjeya gelek zeviyan kêm bû, ev jî rêjeya berhemanîna genim kêm kir. Bi vî awayî genimê ku di ambaran de tê komkirin kêm bû û bû sedem ku piraniya kargehên savarê werin rawestandin û karkirina hin kargehan bi berhemên kêm. Kêmbûna genim bandorê ne li kargehên savarê tenê li gelek kargehên din yên girêdayî genim çêbû.”

`Divê em xwe bispêrin karêgehên nû û pêşketî`

Hisên derbarê pêşxistina xebata di warê hilberîna savarê de ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Divê em xwe bispêrin karêgehên nû û pêşketî û xwe ji rê û rêbazên berê yên hilberîna savarê dûr bixin. Dema berê welatiyên li gundên li ser destên xwe savar çêdikirin û bi awayekî kevneperest û seretayî, genim di amûra wê de hûr dikirin û bi destan dihêrin. Lê bi pêşketina zanist û pîşesazî re, welatiyên gundan jî êdî berê xwe didin savara hazir ya kargehan. Ev jî asta pêwîstiyê zêdetir dike û hilbirîneke zêdetir dixwaze.”

Hisên behsa taybetiyên ku pêwîste di savarê de hebin kir û wiha pê da çû: “Niha di warê hilberîna savarê de kargehên nûjen û pêşketî yên ku xwe dispêrin şêwazên nûjen yên hilberîna savarê li herêmên me çêbûne wek kargehên El Cizîre, Rafîdên, Cûdî, Nehrên û Baz ku ji kargehên nûjen û stratejîk yên hilberîna savarê têne hesibandin.”

Astengiyên ku kargehên savarê rastî wan tên

Hevserokê Ofîsa Pîşesaziyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Hisên Usman di dawiyê de astengî û zehmetiyên herî girîng yên ku kargehên savarê li bakur û rojhilatê Sûriyê rastî wan tên anî ziman û got, yêk ji van astengiyan, kêmbûna genimê hişk e. Lewra piraniya zeviyên çandiniyê bi genimê nerm yê ji bo hilberîna nan tê çandin. Ji bilî kêmbûna genim, nepeydekirina elektirkê ji bo kargehan jî astengiyeke mezin e. Herwiha zehmetî di milê peydekirina kîsên naylon yên savarê û hin pêdiviyên girêdayî kar û xebata xargehê de tên kişandin. Lê tevî van astengiyan karger heta astekê hewcedariya gel ya bi giraê peyda dike.