Navenda Nûçeyan
Dadgeha Ceza ya Navnetewî, derbarê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Pûtîn de biryara girtinê derxist û got, Ji bo lêpirsîn baştir were meşandin û mexdûr bên parastin, biryara girtinê ya derheqê Pûtîn de divê eşkere bi raya giştî ve bê parvekirin.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) derbarê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ji ber sûcên şer biryara girtinê derxist. Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya UCM’yê de hat ragihandin ku lêpirsîn baştir were meşandin û mexdûr bên parastin, biryara girtinê ya derheqê Pûtîn de bi awayekî veşartî dihat nirxandin. Girêdayî wê da zanîn ku eger ev yek ji raya giştî re bê aşkerakirin, ji ber gengaziya pêşîgirtina li sûcên bi heman rengî yên di dema pêş de, tê xwestin biryar bê eşkerekirin.
Di nava sûcdariyên ku UCM arasteyî Pûtîn dike de, veguhastina derqanûnî ya hin zarokên ji Ûkraynayê ber bi Rûsyayê ve dibe, heye.
Dadgehê, ji ber vê yekê derbarê Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Alekseyevna Lovova-Belova de jî biryara girtinê derxist.
Hejayî bîranînê ye ku Rûsya, şerê di 24’ê sibata 2022’yan de li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, didomîne.






