Navenda Nûçeyan
Di salvegera 5`an a şehadeta fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş de, Fermandariya Giştî ya YPG’ê soza bidawîkirina dagirkeriyê li Efrînê nû kir.
Femrnadariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera 5`an a şehadeta fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş de daxuyaniyek weşand.
’Gelê Kurd li ser felsefeya Rêber Apo tekoşîn dan meşandin’
YPG’ê diyar kir ku gelê Kurd ev sed sale di bin zext û zordariya çar dewletan de ye û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dijminekî sondxwarî yê gelê me ye. Ji bo ji holê rakirina hebûna gelê Kurd, tiştekî ku nekir nema. Ji qirkirina fîzîkî bigre heya bi qirkirina çandî, siyasî û psîkolojîk, bi rê û rêbazên herî hovane êrîşî rastiya gelekî ku li hebûn û azadiya xwe digere, kir. Lê li hember van hemû zext û êrîşên qirkirinê gelê Kurd li ser felsefeya Rêber Apo bi keç û xortên xwe yên egîd re tekoşîneke bê eman dan meşandin. Ev tekoşîn, tekoşîna hebûn û azadiyê ye.”
YPG’ê da xuyakirin ku di vê meşa giranbiha a têkoşîna wan ya azadiyê de gelek leheng derketin, her yek ji van lehengan ji bo gelê xwe bûn sembol û mohra xwe li dîrokê dan û wiha domand: ” Ji xwe nîşaneya civakeke azad jî derketina kesayetên ku xwe fedayê civaka xwe kirine. Fermandarê cengên giran, rêheval Karker, yek ji wan lehengan e ku ji nav rastiya gelê xwe yê şerker û azadîxwaz derketiye. Ji wê ye ku heya hênaseya xwe ya dawî bê teredut, bê ku yek gav paşde bavêje, canê xwe li hember hêzên dagirker kire mertal.”
’Şervanên me mohra xwe li destana Serdemê dan’
YPG’ê da zanîn ku Rêhevalê wan Karker wek fermandarekî YPG yê dilsoz, bi bîr û baweriyeke mezin li hemberî duyemîn artêşa NATO, heta li hemberî teknîka giran a NATO bi xwe mil bi mil li gel şervanên xwe şer kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete û bi desteka mezin a NATO’yê êrîşê bajarê Efrînê kir. Di wateya rasteqîn de şervanên me yên YPG’ê bi pêşengiya Fermandar Karker û Fermandar Rosyar de mohra xwe li destana Serdemê dan. Bi vê lehengiya xwe gelê me yê Efrînê ji êrîşên qirkirinê parastin, erk û berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî bi cih anîn. Di vê wateyê de fermandar karker bû mînaka xeta serketinê ya serdema nû.”






