Navenda Nûçeyan
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hemû hêza xwe û bi çalakiyên cûda dewam dike. Tevî ku rêjîma li hemberî serhildêran şidet , işkence û kuştinê jî dike, lê serhildan bi biryardariyeke mezin dewam dike
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike, Tevî ku rêjîma Îranê li hemberî serhildêran kuştin, girtin û işkencekirinê jî dike, lê xwepêşandan dewam dikin û gel li dijî kiryarên rêjîm dengê xwe bilind dike.
Di çarçoveya serhildana gel ya li dijî rêjîma Îranê, di 17’ê Adarê de piştî nimêja Înê li bajarê Zahîdan gel daketin qadan û çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de welatiyan diyar kirin ew ê hate dawî serhildanê bidomînin. Di çalkiyê de çalakvanên pankartên cûda yên li dijî rêjîmî bilind kirin. Li gorî agahiyan tevlîbûna jinan ya ji çalakiyan re zêde bû.
Di heman demê de çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cûda dewam dikin, di 17’ê Adarê de li çend bajarên Seqiz, Dêwlan komek çiyager berê xwe dan çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Çiyageran diyarkirin ku heya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biserkeve, ewê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakvanan girê Newrozê pêxistin û li ber govend gerandin.






