Bi boneya salvegera 12’an ya alaoziya Sûriyê, Meclisa Sûriya DemokratîK bang li hêzên demokratîk û niştîmanî yên Sûriyê kir ku ji bo çareseriyê tevlî danûstendinên Sûriyê bibin.
Norşîn sîno \ Qamişlo
Meclisa Sûriyaya Demokratîk MSD’ê bi boneya 12’ emîn salvegera aloziya Sûriyê, li Bi boneya salvegera 12`emîn a aloziya Sûriyeyê, li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûneryên partiyên Siyasî jî beşdarbûn.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer ve hat xwend.
MSD’ê dii daxuyaniya xwe de diyar kir ku berê Şoreşa Sûriyeyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên aliyên ku tu eleqeya wan bi hêvî û xeyalên sûriyeyiyan re nîn e û wiha domand: “Lê li aliyê din destkeftiyên dîrokî jî hatin bidestxistin, destpêkê qalibên fikrî û siyaseta berê hatin şikandin, xwebawerî zêdetir bû. Ev her du destkeftî divê nehêlin ku ji dest bên dayîn.”
MSD’ê lehengî û fedakariya jin û mêrên Sûriyeyî yên li djiî zordestî û dagirkeriyê silav kir û piştgiriya xwe ji daxwazên azadî û rûmetê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan da.
MSD’ê bang tevakiya hêzên demokratîk kir ku layiqî fedakariyên gel bin, yekdest bin û yekitiya nîştimanî bi pêş bixin û nakokiyên siyasî yên encama berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên ku nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin, derbas bikin.
Meclisa Sûriyaya Demokratîk di dawiya daxuiyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku daxwazên guhertina demokratîk û pêkanîna aştî, ewlehî û rûmetê de li kêleka gelê Sûriyeyê bin.






