Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê, bernameya Newroza 2023`yan eşkere kir û agirê Newrozê dada.
Îro li çerxereya Yûsiv Gilo ya bajarê Qamişlo, Meclisa Cîbicîkar ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2023`yan, eşkere kir. Herwiha di daxuyaniyê de gel û saziyên kantona Qamişlo beşdarbûn.
Daxuyanî ji aliyê hevseroktiya Meclisa Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê ve hat xwendin.
Meclisa Cîbicîkar di daxuyaniyê de Newroza 2023`an li tevahiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Bi hatina Newrozê re em tevahî gelên xwe, malbatên şehîdan, QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşa xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember efsaneyên lehengî û berdêlên ku ji bo azadî û aştiyê dane, bejna xwe ditewînin.”
Li gorî daxuyaniya Meclisa Cîbicîkar bernameya Newrozê ya ku wê bi rihê berxwedanê ji bo azadkirina Rêber Ocalan li herêma Cizîrê darbikeve wiha ye:
Newroza 2023`an wê bi dirûşmeya `Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin` were lidarxistin.
Newroza herêma Cizîrê wê li van herêman were lidarxistin:
Dêrik: Bendava Bozê.
Tirbespiyê: Qada Şehîd Mezlûm Dogan ya li Mizgeftê.
Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo.
Amûdê: Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar.
Dirbêsiyê: Qada Newrozê ya li gundê Çolbistan.
Hesekê: Qada Newrozê ya li Bendava Tişrîn.
Pîrozbahî saet 10:00`an wê dest pê bike.
Herwiha di pîrozbahiyê de dê axaftin werin kirin û bernameyên hunerî yên cûrbecûr werin pêşkêşkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, hevseroktiya Meclisa Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê ji bo kombûna gel û pîrozkirina Newrozê bang kir û got:” Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê û li gorî tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kirin, tev bigerin.”
Piştî bi dawîkirina daxuyaniyê agirê Newrozê li pêşiya çerxereya Şehîd Yûsiv Gilo ji aliyê gel ve hat dadan û li dora agirê Newrozê govenda gel hat gerandin.






