Navenda Nûçeyan
HPG’ê ragehand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Qadên Berxwedê bênavber dewam dikin. Herwiha da zanîn ku dagirkeran 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Navenda Ragehandina û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel ( HPG) derbarê êrîşên domdar yên dewleta Tirk a dagirker yên ser Herêmên Prastina Medya daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker, di 13’ê Adarê saet di 09:00 de êrîş bir ser hêzên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî. Herwiha da zanîn ku hêzên gerîla jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan.
HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî jî wiha got: “13’ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin. 13’ê Adarê li Xakurkê derdora Çemê Lolanê, Qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê, çeperên me yên li qadên Çemço û Sîdayê 91 caran bi helîkopterên êrîşê, hawan, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
Hêjayî bibîranînê ku Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi boneya erdheja li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 çêbû, peyamek weşand û got: “Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta Tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşê me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e.“
Lê tevî banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî, herwiha tevî karşseta erdhejê jî, dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya çekên giran û qedexekirî êrîşî qadên berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê dike.






