Navenda Nûçeyan
Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hemû hêza xwe dewam dike, gel li hemberî kuştin û şidetê serî natewîne. Lê gêleka serhildanan jî jehrîkirina xwendekarên keç dewam dike.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber dewam dike.
Di 13’ê Adarê de, li bajarên Sine û Kamyaran ciwanên Kurd daketin kolanan û agir pêxistin. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên li dijî rêjîma Îranê bilind kirin. Hwrwiha ciwanan demek dirêj rêya navbera Sine-Kirmaşanê de li çûnûhatina trafîkê girtin.
Di heman çarçoveyê de, şeva 13’ê Adarê çalakiyên li dijî rêjîma Îranê li gelek herêmên Tahranê hatin lidarxistin . Di çalakiyan de êrişên bi gazên jehrî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Meşhedê jî jin û ciwan daketin kolanan û çalakiyek li dijî rêjîma Îranê lidar xistin.
Li aliyekî din, ev nêzî çar mehin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.
Herî dawiyê di 12’ê Adarê de li bajarokê Kanî Surî ya ser bi Sineyê, komek xwendevanên keç ji ber êrişa gaza jehrî rakirin nexweşxaneyê, herwiha li bajarê Mahşehîrê êrişa gaza jehrî li ser 2 dibistanan pêkhatiye.
Derbarê êrîşên jehrîkirina xwendekarên keç , li gorî Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Kerîmî heya niha 13 hezar xwendekar rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin.
Wezareta Karên Hundir ya Îranê ragihand ku heta niha derdora 100 gumanbar hatine binçavkirin.
Herwiha Serokê desthilata Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 82 hezar kes ji biryara efuyê sûd girtine, ji wê hejmarê 22 hezar kes di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin.






