Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sozdar Avesta: Newroz  roja mezin a hesabpirsînê ye

14/03/2023
in NÛÇE
A A
Sozdar Avesta: Newroz  roja mezin a hesabpirsînê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got,  Newroz serhildana li hemberî zilmkaran e. Roja mezin a hesabpirsînê ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo Newroza 2023’an peyamek bi dîmen weşand.

Sozdar Avesta di peyama xwe de diyar kir ku ew bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ber bi şoreşa jinê ve, bi qîrînên jinan û bi rengên azadiyê û bi dengên jinan ên bilind, Newrozê pêşwazî dikin û wiha got: ” Carek din di vê 8’ê Adarê de xuya bû ku jin bingeha esasî û hêza cewherî ya azadiya civakê ye. Di bin hemû êrîşan de, jina berxwedêr helwesta xwe ya têkoşînê a hevgirtinê û îradeya hemû awayê ya bi israra di xeta azadiyê de, diyar kir.”

Sozdar  Avesta da zanîn ku  Agirê Newrozê bi derketina Rêber Apo û Tevgera Azadî, êdî hîn geştir û xurtir tê bilindkirin û wiha domand: “Newroz cejna gelê berxwedêr e. Newroz vejîn e. Newroz jiyana nû ye. Newroz hatina biharê ye û Newroz serhildana li hemberî zilmkaran e. Roja mezin a hesabpirsînê ye. Hesabpirsîna yekemîn, berî vê 50 salan bi gotinek Rêber Apo destpê kir. Wateya gotinê gelek mezin bû. Rêber Apo di rojeke Newrozê de got, ‘Kurdistan bindest e ji bo ku were azadkirin, divê têkoşînek bênavber û parastinê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bê kirin’. Bi yek gotinê destpê kir û 50 sal in ew çirûska agirê ku hatiye vêxistin, îro li tevahî Kurdistanê û derveyî welat bû meşaleya azadiyê.”.

Sozdar da xuyakirin  wê Tevgera Azadiyê Newroza meşa 50 salî ya azadiya Rêber Apo hîn zêdetir li gorî ruhê Newrozê, her çiqas weke salên derbasbûyî, di hêla muzîk û dikê de jî çênebe jî, bi ruhê berxwedan, tolhildan û hesabpirsînê divê li dijî hemû dijminên ku destê wan di xwîna gelê û gerîlayên azadiyê de heye, rabin û wiha dewam kir: ” Newroz bi xwe serhildanek e. Tolhildana ji tevahî kesên di dîrokê de bûne sedemê qirkirinan. Li ser vî esasî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, qirkirina ku li ser gelê me pêş dixin, êdî hesabpirsîna wan pir nêzîk e.

Sozdar Avesta da xuyakirin dem dema hesabpirsîna mezin e û wiha got: “Dem dema binxistina hemû cureyên êrîşan e. Dem dema li dora Rêber Apo û gerîlayên azadiyê cih girtine. Dem dema yekîtiya netewî ya li ser esasê netewa demokratîk, mafê gelê Kurd û azadiya jinê pêş xistine. Dem dema mîsogerkirina şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinê ye. Di xeta Newrozê de, di xeta Mazlûm û Zekiyan de em ê teqez serkeftina mezin bi dest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.