MIHEMED ELHASAN/QAMIŞlO
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan derbarê kampanyaya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî Ku di 22’ê Kanûna 2023’an dest pê kirîbo daxuyaniyek da.
Îro Îisyatîfa Gel a Bkur û Rojhilatê Sûriyê derbarê kampaniya berhevkirina imzeyan a jib o azadiya Rêber Apo ku di 21’ê Kanûna 2023’an dest pê kirîbû, li Stada Hesem Kiço daxuyaniyek da.
Dxuyaniya Însyatîfê wiha ye: “Di çarçoveya pêngava ku hate ragihandin de, pêngava gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan ku di 22.1.2023’an de dest pê kir, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de beşdar bûn. Her wiha gelê me li paytexta Şam, Libnan û Başûrê Kurdistanê jî beşdar bû. Hejmara îmzeyan gihaşt 2 milyon û 626 hezar û 828 îmzeyan. Di vê pêngavê de bi sedan komîte, partî û saziyên civaka sivîl beşdar bûne. Beşdarbûna her kesî ku cihê xwe di pêngavê de girt cihê rêzê ye û em destxweşiyê li wan dikin.
Em bang Rêxistinên Mafê Mirovan û bi taybetî CPT‘yê dikin ku banga gelê me bi cih bînin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin. Ev 23 meh derbas bûn ku me ti agahî ji Rêber Oclan negiretiye. Herwiha piştî erdhejê jî ti agahiyên zelal derbarê rewşa Îmarliyê negirtin.






