Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîdên 12`ê Adarê hatin bîranîn

12/03/2023
in NÛÇE
A A
Şehîdên 12`ê Adarê hatin bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Norşîn Sîno \Qamişlo

Ji bo bîranîna serhildana Qamişlo ya  12`ê Adara 2004`an, bi durişmeya ” Bi rihê Serhildana 12`ê Adarê Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin Û Bi Îradeya Gelan Emê Bi Ser bikevin ”, bi pêşengiya Meclisa Kantona Qamişlo, Desteya Ciwanan û Desteya Çand û Hunerê, li Stada şehîdên 12`ê Adarê,  çalakiyek hat lidarxistin.

Îro di saet 10`an de ji bo bîranaîna Şehîdên 12`ê adarê li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de di navbera tîma Dêra Zorê û Herêma Cizîrê de lîstika futbolê hat pêşkêşkirin. Çalakî bi deaqîqeyeyek rêzgirtinê li ser giyenê Şehîdan dest pê kir.

Derbarê mijarê de hevserokê Meclisa Pêkanînê ya Herêma Cizîrê Tilat Yûnis wiha got: “Bi pêmana salvegera 19 `an ya Şehîdên 12`ê Adarê em vê rojê li malbatên Şehîdan û gelê xwe pîroz dikin. Di serhildana 12ê Adarê de, rêjima Beesê û sîxûrên wê xwestin li vê stadê di navbera gelan de şer derxin û îradeya gelê Kurd bişkînin. Di encama vê komployê de bi dehan şehîd û birîndarên Qamişlo çêbûn, bi sedan jî di zindana rêjimê de işkenceyên giran li wan hate kirin. Li hemberî vê, gelê me li seranserê rojavayê kurdistanê serî hilda û plana rêjimê pûç kirin.”

Tilat Yûnis axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ev roj ji me re bû roja biratiya gelan û yekîtiyê. Gelên li ser vê xakê dijîn birayên hev in û bi hev re li hemberî deshilatdaran berxwedanê dikin.”

Her wiha li ser nave Meclisa sivîlan ya Dêra Zorê Fethî El Itêş axivî û got, Bi navê Meclisa sivîlan ya Dêra Zorê bi xêrhatina beşdaran dikim, Em wek şîneyên Dêra Zorê dizanin ku Ev koploya ku di 12`ê Adara 2004`an de çêbû ji bo  xulqandina Fitneke di navbera pîkhateyên kurd û ereb de bû , lê Em wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê sûriyê birane û ji yek xwînê ne , Em derfet nadin tu kesî ku di navbera me de tevliheviyê çêbike .

Fethî axaftina xwe wiha domand:  “Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hêzên dagirker û terorist mil bi mil şer kiriye û em ê hê jî şer bikin. Herwiha em nahlin tu kes vê biratiyê têk bibe.”

El Itêş wiha Gotina xwe bi dawî kir  : “Em Wek Meclisa Sivîl ya Dêra Zorê ji Axa Qamişlo ya rengîn vê komployê şermezar dikin , herwiha Em daxwaza Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan dikin û sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin.”

Piştre herdê tîmên Cezîrê û Dêra zorê matçek fotbolê leyîstin û di dawiya lîstikê de tîma Cizîrê bi ser ket û çalakî bi şahiyeke hunerî hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.