Navenda Nûçeyan
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 10’ Adarê di êrîşa xwe ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de topên tijî fosfor bi kar aniye. Herwiha hat zanîn ku artêşa dagirker di heman rojê de li Çemçema bi balafirek bê mirov êrişê wesayetekê kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, artêşa Tirk a dagirker di 10’ê Adarê de 7 caran bi topên fosfor tê de hene, li çeperên berxwedanê yên Sîda yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê da ye.
HPG’ê diyar kir di 9 û 10’ê Adarê de qada Gundê Kanîsarkê ya Garê û qada Girê Çarçêl a Metînayê jî 4 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 10’ê Adarê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û û çeperên berxwedanê yên Sîdayê 19 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.
Dîsa hat zanîn ku Artêşa dagirker di heman rojê de, di saetên êvarê li Çemçemalê bi balafireke biçek a bêmirov, êrîşê wesayîtekê hat kirin.
Li nêzê nehiyeya Qerehencîr a girêdayê bajarokê Çemçemalê, balafireke keşfê ya bêmirov û biçek, wesayîtek ji xwe re kir armanc. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, kesekê jiyana xwe ji dest daye, 2 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyeke li Silêmaniyê.
Hejayî gotinê ye piştî erdheja li navenda wê Mereş bû ji aliyê hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ve hat ragihandin ku wan çalekiyên xwe yên leşkerî ji ber kareseta erdhejê dan e sekinandin, heya ku ji aliyê artêşa tirk ve êriş çênebin. Lê ruxmê bi sedhezan mirov di bin xirbeyan de ji ber direng mûdexeleya hukumeta faşîst ya AKP/MHP’ê jiyana xwe ji dest dan, hikumeta faşîst û artêşa xwe ya dagirker qet navber neda êrişên xwe yên li dijî kurdan. Bê navber êrişê gelê kurd û gerilayên Herêma Parastina Medya kirin. Mexdurên erdhejê jî hê bê mal û derfet li kolana de bi alikariya gel jiyana xwe didomînin.






