Navenda Nûçeyan
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, serhildêr bi çalakiyên cûr bi cûr nerazîbûna xwe ya li dijî rêjîma Îranê nîşan didin . Tevî hemû işkence û kiryarên rêjîmê yên li dijî serhildêran jî, serhildan bi biuryardariyeke mezin dewam dike.
Di 10’ê Adarê de bi sedan kes li Beluçistanê, bajarê Zahîdan meşiyan û nerazîbûna xwe ya dijî rêjîma Îranê anîn ziman. Xwepêşanderan di çalakiyê de banga berdana girtiyên siyasî, dawî anîna girtin û revandina çalakvanan kirin. Herwiha dirûşmeyên li dijî rêjîmê bênavber hatin avêtin. Di heman demê de di çalakiyê de êrişên bi gazên jehrî ên dijî xwendevanên keç hate şermezarkirin. Li gorî agahioyan ji bo astengkirina çalakiyan li Zahîdan û çend bajar û bajarokên din hêzeke zêde ya rêjîma Îranê hatibû komkirin.
Li bajarê Bokanê jî welatiyê bi navê Hêmin Aman yê ku di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Herwiha cenazeyê Emîr Reza Hêmet Azad ku di xwepêşandanên Bokanê de hatibû kuştin, spartin axê.
Di 10’ê Adarê de li bajarê Tahran û gelek herêmên din , welatî bi şev daketin qadan û li ser dîwaran dirûşmeyên dijî desthilatê nivîsandin.
Hêjayî bibîranînê ku Tora Mafê Mirov a Kurdistanê li ser malpera xwe ragihand ku di sibeha roja 10’ê Adarê de li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 kes hatin bidarvekirin. Li gor zanyariyên malperê parvekirine, her çar kesên hatine bidarvekirin bi tometa ‘madeyên hişber’ hatine bidarvekirin. Her wiha nasnameya sê ji wan kesan hat diyarkirin ku ew jî evin; Celal Serdar Fer xelkê bajarê Nexed e. Salih Qasimî xelkê gundê Zindeşt a Selmasê ye. Mensur Ebdî Zade xelkê gundê Heftwan a Selmasê ye.
Herwiha hat gotin ku her çar girtî roja 7’ê Adarê ji bo bicihanîna cezayê bidarvekirinê veguhestine hucreya yek kesî ya li girtîgeha Urmiyê. Li gor amaran di nava sê heftiyên borî de bi tometên cûda herî kêm 12 kes li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan hatine bidarvekirin.
Ji serê salê ve û piştî destpêkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ hejmarek zêde ya welatiyan li Îranê bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin. Li gor gotina çalakvanên mafên mirov, dewleta Îranê dixwaze bi darvekirina girtiyên edlî ku ne girtiyên siyasî ne, gel bitirsîne û dawî li xwepêşandanan bîne.





