Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK û Kongra Star şehîdên serhildana 12’ê Adarê  bi bîr anîn

12/03/2023
in NÛÇE
A A
KCK û Kongra Star şehîdên serhildana 12’ê Adarê  bi bîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

KCK û Kongra Star bi boneya salvegera serhilêdana 12’ê Adara 2004’an a Qamişlo û komkujiyên 12’ê Adara 1995’an a Gazî ya Stenbolê daxuyanî dan û Şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn  bibîr anîn.

Navenda Nûçeyan

 

Bi boneya salvegera komkujiyên Gazî ya 12’ê Adara 1995’an a Gazî ya Stenbolê  û serhildana 12’ê Adara 2004’an ya Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên  komkujiya 12’ê Adara 1995’an yên li taxa Gazî ya Stenbolê,  herwiha şehîdên 12’ê Adara 2004’an yên serhildana  Qamişlo bibîr anaîn û got: ” Em di şexsê kesên di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din dilsoziya xwe ya bi şehîdan re diyar dikin”.

KCK’ê diyar kir ku 12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê ji aliyê rejîma Baas a Sûriyeyê ve li dijî Kurdan komkujiyek hatiye kirin û wiha got: “Komkujiya Qamişloyê jî weke di komkujiyên din ên li dijî Kurdan de, bi zihniyetek a dijminahiya Kurdan hatiye kirin û bi vê yekê hatiye xwestin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd were çewisandin û sîstema li ser esasê înkarkirina Kurdan were meşandin. Bi vê komkujiya ku li Qamişloyê pêk hatî, hatiye xwestin ku hestên nîjadperestî û dijminahiya Kurdan derxin pêş û pêşî li pêşketinek wiha bigirin.

KCK’ê da xuyakirin ku Şoreşa Rojava û sîstema Xweseriya Demokratîk ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, armanca ku bi komplo dihat xwestin bi Komkujiya Qamişloyê were kirin, pûç kir û wiha domand: “Hat xwestin ku ku bi Komkujiya Qamişliyê gelan li bera hev dû berdin, sîstema netewdewletî ya statukoger, zextker, otorîter were domandin û pêşî li pêşketina têkoşîna demokratîk a gelan were girtin. Lê Şoreşa Rojava ev yek berovajî zivirand û bi têgihiştina netewa demokratîk a Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî-Asûrî, Tirkmend û gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana hevpar û bi hev re ava kir.”

Di heman çarçoveyê de Kongra Star daxuyaniyek da û diyar kir ku qetlîam nayê jibîrkirin û divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike.

Kongara Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Rojavayê Kurdistanê ku wekî mîrateya şoreşeke Kurdistanî û neteweyî tê naskirin, bi kedên mezin û berxwedanên bêhempa li hemberî hişmendiyên serdest û zordest sekiniye. Her çendî gelek bûyer û şêwazên zilmê jî hatine bikaranîn, lê belê bîr û baweriya bi azadiya gelan ji her demê zêdetir ew bi ser ketiye.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.