Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalekiyên 8’ê Adarê

08/03/2023
in NÛÇE
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalekiyên 8’ê Adarê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi boneya 8’ê Adarê û di bin dirûşmeya ’Jin Jiyan Azadî’ li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girsyî hatin li darxistin.FacebookTwitterWhatsAp

Îro 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê jin û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li 20 cihên cûda meşên girseyî hatin lidarxistin. Di tevahiya meşan de jinan bi coşeke mezin silogana ’jin Jiyan Azadî’ bilind kirin, herwiha miş veguherîn mîtîng

KANTONA QAMIŞLO

Bi boneya 8`ê Adarê, Roja Jinên  Kedkar yên Cîhanî, şêneyên bajar Qamişlo û gundwwarên wê,  meşeke girseyî lidarxistin. Meş di demjimêr 12.00`an de,  ji çerxerêya Siyahî dest pêkir û heta Stada 12`ê Adarê berdwam kir. Piştî wê meş veguherî mitîng. Di destpêka mitîngê de, deqeyekê li ser giyanê şehîdên Kurdistanê hat rawestandin.

Piştre Hevseroka Meclisa Cîbibicîkar ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û wiha got: ” Em roja 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, li tevahiya jinên  Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û cîhanê pîroz dikin. Herwiha em hemû şêwazên ku li dijî azadkirina jinê derdikeve, şermezar dikin”

Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe de diyar kir ewê şoreşa jinê destpêkiriye, dewam bikin.

Herwiha li ser navê Jinên Meclisa Siryanî Nûra Hena axaivî û wiha got: ” 8ê Adarê rojeke aştî ,azad û wekheviyê ye .Ev roj ancama têkoşîn û berxwedana bi salan e. Çirûska vê rojê ji jinên ku tundî û işkence li ser wan dihat kirin dest pê kir, van jinan li dijî her cûre işkeceyê rabûn ser piyan û li ber xwe dan.”

Nûra Hena diyar kir şoreşa ’Jin Jiyan Azadî’ dewamiya şoreşa azadiya jinê ye û wiha got: “Ev roj di serî de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevayiya jinên azadîxwaz pîroz dikim, emê şoreşa azadiya jin dewam bikin û bi ser bixin.”

Di heman çarçoveyê de li navçeya Amûdê meşê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û bi hezaran Jin beşdar bûn, jinan silogana ’ Jin Jiyana Azadî’ qîriyan. Di dawiyê de meş veguherî mîtîng û li ser navên Rêxistnên Jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin.

Li Tirbespiyê jî, meşê bi beşdarbûna  hezaran ’an kes  ji pêşiya navenda Kongra Star ya li navenda bajar dest pê kir û di dawiyê de veguherî mîtîng.

Herwiha Li navçeya Çilaxa jin û şêniyan ji Qada Şehîd Masûm, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat, li Til Koçerê ji pêşiya Parka Abdullah Ocalan, li Dêrikê jî ji Qada Azadî dest bi meşê kir û tevahiya meşan veguherîn mîtîng û daxuyaniyên pîrpzbahiyê ji aliyê Rêxistinên jijna ve hatin xwendin.

Li navçeya Til Hemîsê jî meşê ji pêşiya navenda Kongra Star, li Til Birakê ji Çerxerêya Firinê dest pê kir. Di her dû meşan de bi sedan jin beşdarî meşê bûn û Roja 8’ê Adarê pêroz kirin.

Li bajarê Kobanê jî bi hezaran şênî ku piraniya wan jin bûn, li daristana bajêr kom bûn û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, piştre ber bi rêya Cerablusê ve dest bi meşê kir.

Li Minbicê meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û heta kolana Wadî dewam kir. Bi sedan jin û mêr tev li meşê bûn.

Li Helebê jî meşê bi beşdariya bi sedan jin û mêrên ji hemû pêkhateyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Jinan cil û bergên folklorîk li xwe kirin û wêneyên şehîdên jin bilind kirin.

Li Tebqa bi sedan jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û partiyên siyasî ji taxa yekemîn dest bi meşê kir.

Di heman çarçoveyê de li bajarê Reqa bi sedan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û malbatên şehîdan ji Çerxerêya Panorama a li başûr rojavayê Reqayê dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên jin, yên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û em ê terorê têk bibin” hatin rakirin. Meş li Qada Îtfaiyê veguhere mîtîngê, li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê axaftin hatın  kirin û perde ji ser peykerê Jina Ereb ku ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye danîn, hat rakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.