Navenda Nûçeyan/Qamişlo
8’ê Adara vê salê li seranserî Kurdistanê dirûşmeya ‘ Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ hat pêşewazîkirin. Bi hemû çalekiyên bakur û rojhilatê Sûrî dengê tekoşîna azadiya jinê, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat bilinkirin.
Ji ber kareseta erdhejê ku bi 100 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bernameyên şahî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê ‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ bi pêşengiya rêxistina jinên Kurdistanî, bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî berbi şoreşa jinê ve’ li seranserî cîhanê vegeriyan meş û çalakiyên cur be cur. Bi heman şêvazî jinên li bakur û rojhilatê Sûriye jî, ev heftiyeke bi çalekiyên weke meş, mêhrîcan, pêşengeh, sempozyûm, semîner, çalakiyên parastina jingehê , xemilandina dergehên bajaran bi rengê jinê, serdana hemû sazîyên jinan û belavkirina gulan li jinên kedkar re û hwd. 8’ê Adarê pêşewazî kir.
Li kantona Qamişlo çalakiyên 8`ê Adarê

Ji bo pêşewazîkirina 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” li kantona Qamişlo gelek semîner, mîhrîcan û pêşangeh hatin lidarxistin.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo ji bo danasîna folklora pêkhateyên herêmê, li qada Meclisa Jinan a li taxa Xerbî ya Qamişlo, pêşangehek folklorî li dar xist.
Nûnerên Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komeleya Civakî ya Ermenî, rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê û şêniyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê da.
Tirbespiyê
Kongra Star li navçeyê ji bo mêran semînerek li dar xist. Semîner li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdar bûn.
Mijara semînerê girîngiya 8`ê Adarê û bandora wê ya li ser têkoşîna azadiya jinan û gelan; dîroka têkoşîna jinan, bûyerên kuştin û tundiya li djiî jinan û rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava bû.
Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê rola jinan, girîngiya wê di civakê de, girîngiya rizgarbûna jinan, hate guhdarîkirin.
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê jî li dibistana Şehîd Cahîde festîvala cil û bergên folklorî yên pêkhateyên li navçeyê (Kurd, Ereb, Suryan) li dar xist.
Girkêlegê
Kongra Star li navçeya Girkêlegê jî, ji bo danasîna 8`ê Adarê semînerek li dar xist.
Semîner li navenda Sendîkaya Karkeran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin.
Di semînerê de nirxandinên Rêber Ocalan ên der barê girîngiya têkoşîna jinan û bandora wê li ser azadiya civakê, hatin guhdarîkirin.
Dêrik
Li vir jî, Kongra Star ji bo mêran semînerek li darxist û bal kişand ser girîngiya 8`ê Adarê. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.
Di semînerê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de hatin guhdarîkirin.
Til Hemîs
Bi heman armancê li avahiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînerek hat li darxistin.
Hevseroka Meclisa Til Hemîsê Coze El Hasûd 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku 8`ê Adarê di têkoşîna tevgerên jinan de guhertinên mezin çêbûn. Herwiha da zanîn ku tekoşîna azadiya jinê bi pergala Rêber Abdullah Ocelan berbi lûtkeyê ve diçe.
Li ser felsefeya ʹJin, Jiyan, Azadîʹ li 4 bajaran sempozyûm hatin li darxistin
Naveroka felsefeya`Jin, Jiyan, Azadî` ji tevgera jin a Kurdistanî hetanî bi serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bandora wê ya li tekoşîna civakan kirî li Qamişlo, Reqa û Kobanê bi rêya sempozyûmekê ji aliyê jinên Kurdistanî ve hat nîqaşkirin.
Bi wesîleya 8’ê Adara 2023’an li Qamişlo Zanîngeha Rojava û Akademiya Jineolojî, Kobanê li Zanîngeha Kobanê û li Raqa jî li Zanîngeha El Şerq Sempozyûm li ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî û Şoreşa Gelan” hat li darxistin.
Xwendekar, endamên Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber û Kongreya Star beşdarî sempozyûma bûn. Her wiha bi rêya onlinê jî xwendekarên zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê, gelek jinên akademisyen û rojnamevan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevli sempozyûma bûn.
Di sempozyûma de behsa bingeha dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat kirin û hat diyarkirin ku Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ berdewamiya tekoşîn û serkeftina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Sempozyûm bi du panelan, her panelek bi 4 xalan hat niqaşkirin.
Di panela yekemîn û duyemîn de, di navbera beşdarvanan de nîqaş çêbûn. Nîqaş jî li ser hêz û baweriya jin û gelan, kurte dîroka`Jin, Jiyan, Azadî`, herwiha bandora `Jin, Jiyan, Azadî` li Şoreşa Rojava û girêdanbûyîna wê bi Şoreşa Rojhilat re, bandora felsefeya Jin Jiyan Azadî ya li ser tekoşîna jinên cîhanê û têkiliya vê felsefeyê ya bi pergala Rêber Apo hatin kirin. Peyamên niqaşê yên sereke; pêvîstiya yekîtiya jinên cîhanê û girîngiya bilintkirina tekoşîna bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bû. Herwiha di niqaşan de hat teqezkirin ku tenê bi azadiya Rêber Apo ya fizîkî û serkeftina tekoşîna azadiya jinê wê gelên cîhanê bigihin jiyanekê wekhev û azad.
Hejayî gotinêye ku li bajarên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, bi heman şêvazî pir çalekî bi wesîleya 8’ê Adarê hatin li darxistin.
Li Hesekê Formek hat li darxistin û tê de niqaşên berfireh yên li ser tekoşîna azadiya jin û pêvîstiya hevgirtina jinan, girêdana 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’, bandora Şoreşa Rojava ya li tekoşîna azadiya jinê di cîhanê de kirî û hwd.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk-Jin bi armanca danasîna rola jinan di civakê de û dîroka wan, li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd panelek li dar xist.
Li gûndê Jinwar yê girêdayî bajarokê Dirbêsiyê bi wesîleya 8’ê Adarê dar hatin çandin.
Li Reqa bi boneya Roja Kedkar ên Jin a Cîhanê navenda çandê ya Kevana Zêrîn hat vekirin.






