Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ahenga wajokirina pirtûka berhemên giştî ya Rezoyê Osê hat lidarxistin

05/03/2023
in NÛÇE
A A
Ahenga wajokirina pirtûka berhemên giştî ya Rezoyê Osê hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Pirtûka Rezoyê Osê ya bi navê ‘Berhemên Rezoyê Osê’ di roja  salvegera koçikirina wî de, li Navenda HRRK’ê a bajarê Qamişlo hat wajokirin.

Di 4′ ê Adarê de li Navenda Hevgirtina Rewşnbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a bajarê Qamişlo  pirtûka wêjevanê kurd, Rezoyê Osê ya bi navê ‘Berhemên Rezoyê Osê’ ya beşa yekem di salvegera 13`mîn a koçikirina wî de, ji aliyê şagirt û hemşeriyê wî  ve ‘Memo Ebdî’ ve hat wajokirin.

Nivîskar,helbestvan, zimannas û rexnegerê Kurd Rizoyê Osê , 10`ê Cotmeha 1950`an,li gundê Dekşûrî  yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bûye û di sala 2010`an de koça dawî kir.

Osê gelek xebat di derbarê ziman û wêjeya Kurdî de kirine û berhemên giranbuha li şûn xwe hiştine; mîna  lêkolînên rexneyî, çîrok,helbest û bîranîn wî.

Bi serpiriştiya Navenda HRRK’ê û alîkariya heval,  şagirtên û malbata Rizoyê Osê beşek ji berhemên  wî  di beşa yekê de hatin komkirin, bi amadebúûa nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û kesayetên din yên herêma Cezîrê, li Navenda HRRK’ê hat wajokirin û weşandin .

Destpêkê Endamên Navendê  bixêrhatina kesên ku di ahenga ji bo wajiokirina pirtûka Berhemên Rizoyê Osê, amadebûn, kirin û piştre deqeyekê rêzigirtinê ser giyanê pakrewanên Krdstanê rawestiyan.

Di berdewamiya vê ahengê de heval û şagirtên zimanzan û wêjevanê Kurd Rizoyê Osê,  ew bi bîr xistin û li ser jiyan, ked û xebata wî ji bo ziman û wêjeya wî axivîn.

Yek ji wan şagirtan jî pismamê Osê û wajokarê vê pirtûkê Memoyê Ebdî ye, axivî û sedema çapkirina van pirtûkan  da diyarkirin û got:”Berhemên Rizoyê Osê bi zimanekî kurdî yê bedew û herkbar  hatine nivîsandin û çapkirin, ev berhem jî dibin jêder ji lêkolînan re. Herwiha  dibin waneyên fêrkirinê  ji xwendekarên dibistan, peymangeh û zanîngehan re. Gelek mijarên bisûd ji bo wêje û zimanê Kurdî ; mîna mijarên zimannasî, ferhengnasî, rexnevanî, hevoksazî û zargotin Kurdî di nav xwe de dihewîne.”

Ebdî da zanîn ku berhemên Rizoyê Osê wê ji bo beşa 2 û 3’iyan jî di demên pêş de bê amadekirin.

Piştî vê axaftinê pirtûka Rizoyê Osê ya bi navê ‘Berhemên Rizoyê Osê ‘ ji aliyê Memoyê Ebdî ve hat wajokirin û nêzî 200 pirtûkan li kesên ku beşdarî vê ahengê bûbûn, hatin belavkirin. Herwiha xelata wajokirina vê pirtûkê jî, ji malbata Rizoyê Osê re hat dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.