Rojnameya Ronahî

Festîvala Huner û Wêjeya Jinê ya 8’an

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi pêşengiya Rêveberiya Çandê ya Herêma Cizîrê  li bajarê Qamişlo, Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinê ya 8’an bi ruhê şoreşa ’Jin jiyan azadî’ hata lidarxistin.

Di 1 Adarê de, Desteya Çand û Hunerê li herêma Cezîrê 8`emîn Festîvala Wêje û Hunerê a Jinan di bin diruşmeya ’Bi çanda jin jiyan azadî, em ê hunera jinê bi nav bikin’ li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Festîval di çarçoveya çalakiyên ’Roja Cîhanî ya jinan(8’ê Adarê)’ de ye. Di festîvalê de gelek xalên wêjeyî yên wekî helbest, çîrok , gotar,  xalên çandî û hunerî yên wekî pêşkêşkirina  şanoyan hat pêşkêşkirin.  Herwiha ji bilî hunerên destan û hunera plastîk, nîşandana cil û bergên gelêrî yên kurdî û wêneyên ku ji aliyê jinan ve hatine kişandin, hatin pêşkêşkirin.

Derbarê festîvalê de, endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Botan Hoşî ji me re axivî û wiha got: “Em her sal di vê demê de li bajarê Qamişlo Festîvala Huner û Wêjeya Jinan li dar dixin. Lê îsal di festîvalê de cudahiyek hebû ku me hemû şahiyên festîvalê betal kirin. Şêweyên şahiyê, di nav de stran û dîlan, ji bo şîna giyanê miriyên erdhejê, me giranî da ser beşa wêjeyî û hunerî, di nav de helbest, xêzkirin, wêne û hunerên destan û îsal gelek beşdar bûn. Herwiha hejmara beşdarbûnan pir zêde bû. Ji hemû beşan nêzî 100 jin beşdarî festîvalê bûn û di roja dawî de tenê di beşa wêjeyî de xelatên serkeftinê hatin belavkirin.”

 

 Beşdariya Suryaniyan

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên di festîvalê de beşdar bûyîn, ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û ev yek bû sedem ku Komîteya Amadekar berhemên wêjeyî di sê beşên “Erebî-Kurdî-Suryanî” de werbigire. Jinên Sûryan jî bi hunera destan tevlî festivalê bûn.

Botan Hoşîn got, helbestan roleke mezin di festîvalê de lîstin, çend helbest di festîvalê de ji aliyê helbestvanên jin ve bi zimanên erebî û kurdî hatin xwendin, her yek ji wan çanda xwe bi rengê xwe nîşan dan, ku ev yek jî taybetmendî û xweşiyek taybet  atmosfera festîvalê bû. Her wiha çend berhemên kevneşopî yên destan û folklorî jî hatin pêşkêşkirin ku çanda herêmê nîşan dide.

Derbarê festîvalê de  mamosteya wêjeyê Lama Elî ku pirtûkeke wê ya bi navê ’Helbest’ di festîvalê de hate pîşandan, ji me re axivî  û got: “Ji sala 2018’an û vir ve ez beşdarî festîvalên jinan dibim. Berhemeke min a wêjeyî ya bi navê’Helbest di vê festîvalê de hat pêşandan, di festîvalê de hesteke gelek xweş e. Dema ku jin bi berhemên xwe ve di nava festîvalekê de hunerên destan, helbest, huner û wêjeyê tên lidarxistin û ez hêvî dikim ku jin bi hêza xwe dê di hemû aliyên jiyanê de biserkeve.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 1`ê Adara 2018’an de li bajarê Qamişlo yekemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinan bi dirûşmeya ’Bi hunera jinê em ê jiyanê ji nûve bixemilînin’ hatibû lidarxistin. Herwiha îsal jî 1’ê Adarê destpêkir 2’ê Adarê bi dawî bû.