Rojnameya Ronahî

`Pêwîste em tev li paqijiya bajarê xwe xwedî derkevin`

Darîn Silê/Qamişlo

Berdeva meclisa Jin ya Paertiya Sûriyê Paşrojê Welîda Hesen Da zanîn ku Jin ji xwezayê çêbûye û xweza jî bi paqijiya xwe tê nasîn û got pêwîste jin parastina çanda paqijyê bike û vegere xwezaya berê.  

Paqijî çand û exlaqê civakê ye, lewma herî zêde jî civakê eleqedar dike. Ji bo wê jî pêwîst e civak parastina paqijiya herêma xwe bike û li paqijiya jîngehê baldar be. Bi taybet di milê avêtina çopê de divê welatî baldar bin û çopê biavêjin cihê selikên çopê ku belavî derdor nebe.

Bi nêzîkbûna roja Cîhanî ya Jinan û bi armanca parastina çanda paqijiyê, Partiya Sûriya Paşrojê di nava çalakiyên xwe yên ji bo 8`ê Adarê pêngaveke paqijiyê di bin durişmeya Jin `Jin Jiyan Azadî` pêk anîn. Pêngav bi hejmareke jinên Meclisa jinê ya Sûriya Paşrojê û jinên meclisa jin ya di çaredariya Qamişêo de pêk hat.

Derbarê pêkanîna pêngavê û parastina jinan ji baqijiya bajar û derdorê re Berdeva meclisa Jin ya Paertiya Sûriyê Paşrojê Welîda Hesen ji me re axivî.

 

Armanc parastina çanda paqijiyê ye

 

Welîda diyar kir ku pirsgrêka herî mezin li herêmê qirêjbûn e û wiha pê da çû: “Ji ber ku qirêja li herêmê zêde bûbû û çanda parastina jîngehê di nava civakê de kêm bû me xwest em pêşî li vê qirêjiyê bigirin û çanda paqijiyê di nava gel de belav bikin. Jixwe armanca me ew e ku gel parastina paqijiya jîngeha xwe bike û lê xwedî derkeve. Bi taybetî di dema havînê de, lewra di havînê de germayî zêde ye. Dema çop li ber tavê dimîne bêhna wê derdikeve û sewal jî wê çopê belav dikin. Ev tev dibin sedema nexweşiyên nû û zirarê li jiyana mirovên li jîngehê dike. Ji bo wê jî em hewl didin ku paqjî li herêmên me zêde bibe. Da em jiyana xwe û ya kesên derdora xwe biparêzin.”

Welîda bal kişand ser kesên ku çopa xwe datîn devê deriyên xwe û axaftina xwe wiha domand: “Kesên ku êvaran çopê datînin ber deriyên xwe û li hêviya erebeya çopê dihêlin, bi şevê heywan wê çopê tev li kolanê belav dikin û ev dibe sedema ku qirêjî li nava bajêr çêbibe. Ji bo wê jî em bihêvîne ku her kes danê sibehan berî ku erebe li nava kolanan bigere çopa xwe amade bike, da ku dema erebe digere wê çopê kom bike.”

Welîda bîr xist ku şaredariyê, berî demekê gelek selikên çopê li nava bajar belav kirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Şaredariya Gel ya Qamişlo li her taxê û li kolanên sereke, gelek selikin çopê danîne. Pêwîste her kes çopa xwe bixe van selikan, da ku çop li kolabnan belav nebe û karê me jî girantir nebe.”

 

`Parastina paqijiya bajar erka her kesî ye`

 

Welîda da zanîn ku rola welatiyan di parastina paqijiya bajêr de pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parastina paqijiya bajar erka her kesî ye. Pêngavên me tenê têra paqijiya bajar nake. Divê welatî bi me re alîkarbin. Çimkî yên ku li vî bajarî dijîn welatî ne. Jixwe ev pêngav ji bo paqijiya derdora wan tê kirin. Ji bo wê jî pêwîste em tev li paqijiya bajarê xwe xwedî derkevin. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatê parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Ji ber ku çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Şaredarî çiqas paqijî bike jî, eger gel ne alîkar be paqijî çênabe û wê diyardeya avêtina çopê dewam bike.”

 

`xwedî li pêngav û zagonên paqijiyê dekevin`

 

Berdeva meclisa Jin ya Paertiya Sûriyê Paşrojê Welîda Hesen di dawiyê de bang li gel kir bi taybet jin ku xwedî li pêngav û zagonên paqijiyê dekevin. Herwiha got, kar û xebata me tev ji bo gel e. Pêwîst e gel jî parastina çanda paqijiyê bike. Da em bajarekî paqij û ewle ava bikin.