Komîsyona Jinan a KNK’ê diyar kir ku cara yekê ye di dîrokê de Kurd wek hêza hêvî dikevin rojeva cîhanê de û got, êdî Kurdistan bi hêza jinên Kurd û nirxên xwe ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar.
Navenda Nûçeyan
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ,Komîsyona Jinan a Kongreya Netweyî A Kurdistanê(KNK) daxuyaniyek nivîskî weşand.
Komsyona jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di cîhana îro de wekî salên di navbera 1910-14’an cîhan ber bi rewşek giran ve diçe û wiha got: “Piştî şerê di navbera NATO û Rûsyayê de li ser Ukraynayê pevçûn, hevrikiya di nava dewletan de zêde û bi lez dibe. Jiyana mirovahî û xwezayê îro di bin xeteriyek mezin de ye. Şerên cîhanê yên 1’emîn û 2’emîn xilas bûn, lê mîrateya wan li ser Kurdistanê qet nesekinî. Hem şerê dewletên rojava û hem jî yên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê li ser Kurdistanê qet ranewestiyan. Sed sal in komkujî, talan, koçberî, asîmîlasyon li ser me Kurdan hate ferzkirin. Ji bo ku koka Kurdan ji bingeh de ji holê rakin siyasetek taybet ji li ser jinên Kurd pêk anîn.”
Komisyona Jinan da xuyakirin ku cara yekemîn e ku di dîrokê de Kurd wek hêza hêvî dikevin rojeva cîhanê de û wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê tevî êrîşên bê navber ên dewleta Tirk, şoreş bi pêşengiya jinan bi berdêlên mezin her diçe mezintir dibe. Li Bakûrê Kurdistan her çiqas rejîma dagirker û faşîst a dewleta Tirk rê nade ti liv û tevgerê, berxwedan bê navber didome. Jinên Kurd li hember dîktator Erdogan bi serbilindî di nav berxwedanê ne. Li Başûrê Kurdistanê wek qada lîstokên siyaseta navdewletî û dagirkerên herêmî wek Tirkiye û Îranê, civaka Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd di nav lêgerînên nû de ne. Jinên Başûrê Kurdistanê êdî di jiyanê de nûbûyînê dixwazin.”
Komisyona Jinan da zanîn ku ’Jin Jiyan Azadî ’ berhema keda bi hezaran şehîd ên şoreşa Kurdistanê ye ûp wiha got: “Xwişkên me li Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan û Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ rêya siberoja xwe diyarkirin. ‘Jin jiyan azadî’ wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.”
Komîsyona Jinan a KNK’ê da zanîn li ser axa Kurdistan alternatîfa jinan hember şerê cîhanê yê 3’emîn roj bi roj diyarker dibe, êdî Kurdistan bi hêza jinên Kurd û nirxên xwe ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar.






